Gerînendeya Avê ya Hesekê pirsgirêka avê çareser dike

Gerînendeya Avê ya Hesekê bi hevkariya Meclisa Navçeya Şedadê ji bo peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên kantona Hesekê re, amadekariya destpêkirina projeya kişandina ava Firatê ji bajarê Hesekê û gundewarê wê yê başûr re dikin.

Gerînendeya Avê ya Hesekê pirsgirêka avê çareser dike
22 kanûn, 2020   03:49
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Gerînendeya Giştî ya Avê bi hevkariya Meclisa Navçeya Şedadê, bi armanca bidawîkirina azarên şêniyên Hesekê ji bo peydakirina ava vexwarinê, bi rêya projeyekê hewl didin ava Firatê bigihînin stasyonên sereke yên ku avê digihînin herêmên başûrê Hesekê.

Serokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer derbarê mijarê de got: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elûk kontrol kir, ev proje ji bo herêmên başûrê Hesekê ji projeyên herî stratejîk e. Dê yekser dest bi xebatên sererastkirina stasyonên sereke El-Elwe, 47 û Şedadê yên ku avê hildimêjin, were kirin.”

El-Omer wiha domand: “Projeya kişandina ava Firatê ji Şedadê re û piştre ji herêmên başûrê Hesekê re projeyeke gelek girîng e. Ji ber ku ev herêm çolistan in. Bi rêya vê projeyê wê av bigihêje zêdetirî 55 hezar malbatên ku zehmetiyan ji bo peydakirina avê dikişînin. Ne tenê wê av bigihêje Şedadê lê belê dê bigihêje bajarê Hesekê jî.”

El-Omer di dawiyê de ev agahî parve kir: “Gerînendeya Avê dest bi kar kiriye. Navên zêdetirî 126 kesên ku xwe li Nivîsgeha Karûbarên Karmendan a meclisa navçeyê qeyd kirine, ji bo dema bi dawîkirina projeyê jî 3 meh in.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AeByBJvCJ5w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>