​​​​​​​Li Lubnanê ji bo şehîd Hemze Tolhildan sersaxî hate xwestin

Li paytexta Lubnan, Beyrûtê  ji bo endamê Partiya Sûriya Pêşerojê û şêwirmendê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Dawûd Hec Elî (Hemze Tolhildan) sersaxî hate xwestin.

​​​​​​​Li Lubnanê ji bo şehîd Hemze Tolhildan sersaxî hate xwestin
​​​​​​​Li Lubnanê ji bo şehîd Hemze Tolhildan sersaxî hate xwestin
​​​​​​​Li Lubnanê ji bo şehîd Hemze Tolhildan sersaxî hate xwestin
21 kanûn, 2020   19:29
PEYRÛT

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li Lubnanê ji bo endamê Partiya Sûriya Pêşerojê û şêwirmendê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Dawûd Hec Elî (Hemze Tolhildan) ê ku dema erka xwe li Dêrazorê bi cih dianî şehîd bûbû, merasîmê sersaxiyê li dar xist. Endamên partî û kurdistaniyên li Lubnanê beşdarî merasîma bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre bi navê meclisên PYD’yê yên li Lubnanê Şervîn Cûdî wiha axivî: "Şehadeta Hemze Tolhildan xisareke mezin ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye. Şehîd Hemze li tevahî qad û meydanan hebû. Bang li azadî û xebata birêxistina gelê xwe dikir. Tevahî erk û xebatên xwe bi armanca bilindkirina ala azadiyê û pêkanîna armancên şehîdan a afirandina civakeke azad û demokrat bi rê ve dibir. Îro jî em soza xwe ji şehîd Hemze Tolhildan û tevahî şehîdên azadiyê re nû dikin ku dê li ser rêça wan bimeşin heta tevahî armancan wan pêk bînin."

Şervîn Cûdî di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

(fr)

ANHA