​​​​​​​Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmekî bi heybet hat oxirkirin

Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekî bi heybet cenazeyê şehîd Hemze Tolhildan li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê veşartin.

21 kanûn, 2020   14:26
HESEKÊ

Îro, bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan cenazeye şêwirmendê Meclisa Sivîl a Dêrazorê û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hemze Tolhildan (Dawûd Hec Elî) ku dema erka xwe li Dêrazorê bi cih dianî şehîd bûbû, oxir kir.

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Cizîrê, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên deste, saziyên sivîl û partiyên siyasî, bi dehan fermandariyên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Girseya gel cenazeye şehîd Hemze Tolhildan ku bi alên Partiya Sûriya Pêşerojê û gulan hatibû xemilandin ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ve bi rê ketin. Beşdaran dirûşmên silavkirina têkoşîna şehîd Hemze berz kirin.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, şervanên QSD, YPG, YPJ`ê toraneke leşkerî li dar xistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û behsa têkoşîna şehîd Hemze Tolhildan kir, her wiha soza şopandina rêya hemû şehîdan heta pêkanîna armancên nû kir.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira pêkanîna biratiya gelan de, bi hezaran şehîd dan. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku gefên Erdogan ên li ser ewlehiya Sûriyê û cîhanê rawestînin û li kêleka welatiyên Sûriyê bisekinin.

El-Qeftan bang li hikumeta Şamê, Rûsya û Amerîkayê kirin ku di çareserkirina aloziya Sûriyê de cidî bin û wiha dewam kir: “Divê em  ji bo yekitiya xaka xwe li gorî rêgezên biratiya gelan hewl bidin û em yekdest bin.”

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yusif destnîşan kir ku şehîd Hemze Tolhildan nûnertiya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê dikir, hezkiriyê aştiyê bû û banga pêkanîna ewlehiyê bi rêya belavkirina çanda biratiya gelan li Sûriyê dikir.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî diyar kir ku şehîd Hemze Tolhildan, li tevahiya qadan cih digirt, gel bi rêxistin kir û banga azadiyê dikir û hewl dida gelê xwe bi rêxistin bike û wiha domand: “Bi armanca bilindkirina ala azadiyê û pêkanîna armancên şehîdan, erkên xwe pêk dianîn. Bê tirs û dudilî li herêmên herî xeter cih digirt.“

Keça meta şehîd Xelat Feysel nasnameya şehîd Hemze Tolhildan xwend û radestî malbata wî kir.

`DIXWAZIM WELATEKÎ AZAD AVA BIBE`

Di merasîmê de dayia şehîd Hemze tolhildan ,Necah Dawûd axivî û got: “Hemze li ser şopa fikrê rêber Abdullah Ocalan şehîd ket. Mîna tevahiya dayikên şehîdan, dixwazin welatek azad ava bibe. Welatek ku bi saya şehîdan û lehengan ava bibe.”

Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

ANHA