​​​​​​​Desteya Tenduristiyê: 79 kesên din bi koronayê ketin, 4 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 79 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 kes jî mirin.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê: 79 kesên din bi koronayê ketin, 4 jî mirin
21 kanûn, 2020   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmên rêveberiyê 79 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine, jê 42 mêr in û 37 jî jin. Li gorî Dr. Ciwan Mistefa kesên bi vîrusê ketin li van herêman in:

Hesekê 6

Qamişlo 9

Dêrikê 10

Amûdê 2

Dirbêsiyê 2

Kobanê 3

Tebqa 27

Reqa 10

Şehba 10

Mistefa got, 4 kesên din bi vîrusê mirin û 8 kes jî baş bûne.

Bi vê yekê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dighêje 7 hezar û 777 kesan, hejmara miriyan 259 kes û hejmara kesên baş bûne jî bû hezar û 102 kes.

ANHA