Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Til Koçer re xwest

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa û Dêrikê yên kantona Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîdê QSD`ê Demhat Til Koçer re xwest.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Til Koçer re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Til Koçer re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Til Koçer re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Til Koçer re xwest
21 kanûn, 2020   12:50
QAMIŞLO

Bi sedan şênî herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Murad El-Elî (Demhat Til Koçer) ku di 18`ê Kanûnê de di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li navçeya Til Koçerê li pêşiya mala malbata şehîd hate vedan. Di merasîma sersaxiyê de, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Herekol Ehmed axivî û destnîşan kir ku şehîd Demhat cihê xwe di şerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt, ax û rûmeta gelê xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê parastin. Herekol Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm axivî û diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan, ewlehî li herêmê pêk hat, lewra divê gel hemû şopdarên rêya wan bin.

Merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA