Li Minbicê ji bo ximzeta 130 gundan geracek hat vekirin

Gerînendetiya Veguhastin û Geracan a Minbicê ji bo xizmeta gundên başûrê bajêr û bidawîkirina aloziya çûn û hatinê di hundirê bajêr de, geracek vekir.

Li Minbicê ji bo ximzeta 130 gundan geracek hat vekirin
Li Minbicê ji bo ximzeta 130 gundan geracek hat vekirin
Li Minbicê ji bo ximzeta 130 gundan geracek hat vekirin
21 kanûn, 2020   12:28
MINBIC

Vekirina geracê vê sibehê bi merasîmekê hate ragihandin û bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyan beşdar bûn. Geraca ku hatiye vekirin, têra nêzî 400 erebeyan dike û dê bikeve xizmeta 130 gundên başûr û rojavayê Minbicê.

Ji destpêka Cotmehê ve li ser projeyê xebat hebû û cihê geracê li taxa başûrê Minbicê ye.

/kr/uploads/files/2020/12/21/122941_-.webp

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Mihemed Xêr Şêxo wiha axivî: “Vekirina vê geracê û şopandina projeyên Komîteya Şaredariyan, li gel şert û mercên zehmet ku herêm tê re derbas dibe, pêk tê da ku em îspat bikin ku armanca me ya sereke peydakirina pêdiviyên welatiyan e.”

/kr/uploads/files/2020/12/21/123003_-.webp

Hevseroka Komîteya Şaredariyan a Minbicê Bêrîvan Derwêş jî wiha got: “Ji destpêka avakirina saziyên Rêveberiyê ve, Gerînendetiya Veguhastinê li Minbicê plan kir ku tevgera geracan bi rêxixistin bike.”

/kr/uploads/files/2020/12/21/123015_-.webp

Her wiha endamê rêveber ê Gerînendetiya Veguhastinê Mistefa Berkel diyar kir ku gerînendetiyê demeke berê gelek xebat pêk anîn wekî amadekirina hemû geracên li bajêr û avakirina geracê li dergeha Ewn Dadet, geraca Ebû Kehif û amadekirina qadên kamyonan.

Berkel destnîşan kir ku ev gerac ji bo yekkirina rawestgeha hemû erebeyên gundewarên başûr girîng e û wiha domand: “Ji ber ku ew erebeyên gundewarên başûr li kolanên sereke, kolanên şaxî û li çerxerêyan disekinîn, li navenda bajêr qerebalix çêdibû.”

(cx)

ANHA