Qonaxa yekemîn a projeya avakirina cihê çopê li Qamişlo û Amûdê bi dawî bû

Gernînedetiya Jîngehê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan û Komîteya Parastina Jîngehê ya Herêma Cizîrê qonaxa yekemîn a projeya çêkirina cihê çopê li Qamişloyê û navçeya Amûdê bi dawî kir.

Qonaxa yekemîn a projeya avakirina cihê çopê li Qamişlo û Amûdê bi dawî bû
21 kanûn, 2020   11:21
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ev cara yekem e ku projeyek bi vê rengî li ser asta herêmê çêdibe, her wiha armanca projeyê ew e ku çopê bêyî ku zirarê bide derdorê, were tunekirin.

Qonaxa yekem bi avakirina stasyonên veguhastina çopê li bajarên Qamişlo û Amûdê bi dawî bû û bi rêya kemyonan çop veguhastin cihê sereke li rojavayê gundê Xezîlê yê herêma Holê li bajarê Hesekê û dê li wê derê werin binerdkirin.

Li bajarê Qamişloyê qonaxa duyemîn dest pê kir. Korta yekemîn ku niha bi dawî bû, têrê dike ku heta salekê çop yê de were çalkirin. Piştre dê 5 kortên din li gundê Xezîla dê werin çêkirin.

/kr/uploads/files/2020/12/21/112210_092628_qam-pirojeya-careserkirina-pirsgireka-copa-qamislo-21-12-2020.webp

Endezyarê Gernînedetiya Jîngehê Beşîr Elî diyar kir ku hilbijartina cihê guncaw li gorî dûrbûna wê ji avahiyên bajar û avên binerd û karîna wê ya depokirina çopa 5 salan e.

Beşîr destnîşan kir ku proje tenê çopên şaredariyê armanc dike û der barê çopên din de projeyên din hene.

(dm)

ANHA