Li Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên taybet û hêzên ewlekariyê yên girêdayî QSD`ê li gundewarên Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
21 kanûn, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzên taybet û hêzên ewlekariyê yên girêdayî QSD`ê di 12`ê Kanûnê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê 2 operasyonên taybet pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, operasyona yekemîn li gundê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê pêk hat û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, her wiha miqdareke cebilxane, çek û alavên teknîk û hin belge hatin desteserkirin.

Operasyona duyemîn jî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê hate lidarxistin û tê de 3 çeteyên DAIŞ`ê tevî miqdareke çek û alav, hatin girtin.

(cx)

ANHA