Jinên ji Reqa û Eyn Îsayê: Em bi QSD'ê re ne

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsayê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê şermezar kirin û piştrast kir ku ew li pişt Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) in ku parastina axa Sûriyê dikin.

Jinên ji Reqa û Eyn Îsayê: Em bi QSD'ê re ne
21 kanûn, 2020   13:05
EYN ÎSA

Kongreya Star piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya konvedanê bi dawî kir, îro dest bi çalakiya konvedanê kir.

Şandeyeke jinên bajarê Reqayê beşdarî çalakiya konvedanê bûn ku li Eyn Îsayê dest pê kiriye.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Reqayê Meryem El-Elî daxuyaniyek bi navê jinên bajarê Reqayê xwend û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

Meryem El-Elî piştrast kir ku hemû jinên Reqayê li pişta Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ne ku li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê parastina axa Sûriyê dikin.

Berdevka Kongeraya Star a kantona Girê Spî Maya El-Elî jî bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Maya piştrast kir ku gelê Eyn Îsayê bi rêya girêdana wan bi axa xwe ve destaneke qehremanî û berxwedanê nivîsand.

Tê payîn ku çalakiyên konvedanê ku Kongeraya Star li kantona Girê Spiyê daye destpêkirin, wê 3 rojan bidome. Her wiha şandeyên jinan ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tev li çalakiyê bibin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qGfRtiq7v7I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>