​​​​​​​NRLS: Rola Rûsya li herêmê neyinî ye

Navenda Rojava ya Lêlolînên Stratejîk (NRLS) di raporekê de rola Rûsya ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi "Xirabker" bi nav kir û got: "Siyaseta Rûsya li Eyn Îsa sînordar nemaye, heger di ferzkirina zextê li ser QSD'ê de bi ser bikeve wê herêmên din bide ber xwe."

​​​​​​​NRLS: Rola Rûsya li herêmê neyinî ye
20 kanûn, 2020   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî nêzîkatiyên Rûsya yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek belav kir.

Navendê di raporê de diyar kir ku  Rûsya ji destpêka ku rasterast destwerdana leşkerî li Sûriyê kir ve, bi daxwaza hikumeta Şamê, ji bo bidawîkirina aloziyê nexebitî, berovajî wê dosyya Sûriyê bi girêktir kir.

NRLS, di rapora xwe de diyar kir ku Rûsya ji destpêka aloziya Sûriyê ve dikarî diyalogên sûrî-sûrî pêk anîba û destûrek ji welat re nivisandiba ku mafên hemû pêkhateyên wê mîsoger bike û roleke sereke di avakirina sûriyeke nû de bilîsta û ev tişt hat destnîşankirin: "Lê ev li gorî armancên siyasî û aborî yên Rûsya yên li herêmê nehatin. Ji ber vê yekê mudaxele nekir. Piştî hîs kir ku rejîm ber bi hilweşînê ve diçe destwerdan kir da ku şertên xwe yên siyasî û aborî li ser ferz bike."

Her wiha hate gotin ku Rûsya li gel Îranê di destdanîna li ser biryarên siyasî yên Sûriyê de bi ser ket û dest danî ser tevahî berhemên Sûriyê yên li herêmên rojavayê Firatê yên di bin serweriya hikumeta Şamê, ji petrol, gaz, fosfat, bender û balafirgehên Sûriyê, dîsa bi giredestên demdirêj baregehên leşkerî ava kirin û berfireh kirin, ev hemû ji sedemên sereke ne yên hilweşandina aborî û lîreya Sûriyê ne.

NRLS eşkere  kir ku Rûsya heman siyasetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, roleke neyinî li hemberî Rêveberiya Xweser list û wiha hate gotin: "Rûsya di diyalogên navbera MSD û rejîmê de ne garantorê durist e. Di heman demê de di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê de tu destek neda Hêzên Sûriya Demokratîk û herêmên Rêveberiya Xweser ji xeteriya vê rêxistinê neparastin. Lê ji ber têkiliyên wî yên bi Tirkiyê re ya ku destkarê herî mezin ê vê rêxistinê ye rola temaşevan lîst. Ji ber armancên xwe yên girêdayî Tirkiyê û NATO û DYA'yê ji aliyekî ve û ji aliyekî din armanc dikir ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin lawaz bike, piştre QSD'ê lawaz bike da ku herêmên wê bêyî berdîl radestî rejîmî bike û di encamê de destê xwe deyne ser berhemên herêmê."

 Li gorî raporê "Rûsya Efrîn radestî Tirkiyê kir û Tirkiyê sor kir ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Ev siyaset hîna berdewam e. Rûsya peymana ewlehiyê ya ku Cotmeha sala borî ya piştî dagirkirina artêşa Tirk Serêaniyê û Girê Spî bi QSD'ê re îmze kiriye, bi cih nayine. Niha jî bi operasyonek din a leşkerî ya Tirkiyê gefan li Hêzên Sûriya Demokratîk dixwe ku heger Eyn Îsa û Kobanê radestî rejîmê neke. Beriya siyaseta nû ya Amerîka ya di dema Biden de li Sûriyê dest pê bike de Rûsya şewqa kesk dide Tirkiyê da ku operasyoneke leşkerî diyarker pêk bîne û QSD'ê neçar bike ku herêmê radestî rejîmê bike an bi kêmanî hin berdêlan bide wê."

NRLS destnîşan dike ku siyasta Rûsya li Eyn Îsayê nesekinî ye, heger di fezkirina zextê li ser QSD'ê li Eyn Îsayê de bi ser bikeve wê herêmên din bide ber xwe, bi taybet herêma Dêrikê ya bi petrol, gaz û berhemên çandiniyê dewlemend e û ev tişt hate got: "Rûsya siyaseta daqurtandina xakê bi awayekî gav bi gav de dimeşîne ta Rêveberiya Xweser bi dawî bike û QSD'ê lawaz bike û rejîmê vegerîne herêmê."

Di raporê de hate gotin ku "Armanca Rûsya destên xwe bixe karînên welat û rêya stratejîk serwer bike, da ku aboriya xwe li herêmê xurt bike, parçeyên projeyên çînî yê bazirganî kontrol bike, her wiha bi rêya qedexekirina projeyên hewldana veguhestina gaza Rojhilata Spî ber bi Okyanûsa Ewropayê ve ewlehiya xwe ya neteweî biparêze û Sûriyê wekî baregeke leşkerî ji xwe re li Rojhilata Spî (Himêmîm a hawayî, Tertûs a deryayî) biparêze, lê hebûna hêzên Amerîkayê li herêmên Rêveberiya Xweser karîna Rûsya di dosya Sûriyê de bê kêr bike û bi temamî Sûriyê serwer bike."

Navenda Rojava ya Lêkolînan diyar kir ku"Li herêmê Rûsya bi roleke neynî rabû, lê dîsa jî hebûna wê ya leşkerî li herêmê û di atmosfereke rageş de girîngiyeke û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevsengiyek çêkir. Di aloziya Sûriyê de Rûsya li keleka DYA`yê roleke sereke lîst û dikare êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê rawestîne, baweriya gel bi herêmê bîne, ji ber ku piştî artêşa Tirk Efrîn dagir kir, siyaseta şantejê meşand bawerî kêm bû, li gel vê di dan û standinên di navbera MSD`ê û hikumeta Şamê de roleke garantor bilîze, formekê di navbera her du aliyan de diyar bike û dawî li nakokiyan bîne, destûrekî ji bo  parastina mafên gelê herêmê misoger bike, di dawiyê de divê Rûsya bizane ku hebûna wê li Sûriyê û parastina berjewendiyên li herêmê ku dikeve xizmeta ewlehiya wê ya neteweyî  bi berjewendiyên gel ve girêdayî ye û divê van berjewendiyan di ber çavan re derbas bikin. "

ANHA