Rêveberiya Xweser qedexeya beşî 15 rojên din dirêj kir

Rêveberiya Xweser ji ber vîrusa Koronayê, bi biryara hijmareya 229’an a qedexeya beşî 15 rojên dîtir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj kir.

Rêveberiya Xweser qedexeya beşî 15 rojên din dirêj kir
20 kanûn, 2020   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di biryara Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin: "Li gorî civîna Şaneya Aloziyê ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî berjewendiyên giştî, hevserokatiya Meclisa Rêveberiya a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar dan;

Qedexeya beşî li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dema 15 rojan dirêjtir dibe. Qedexe ji sibeha duşemê, 21’ê Kanûnê heta 4 Çilya 2021’an e.

Bendên dirêjkirina dema qedexeya beşî ya pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê wiha ne;

- Ji bilî sûkên mezin, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên madeyên xwarinê û sebzeyan tên vekirin, lê divê saet di 5’ê êvarê de werin girtin,.

-Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerde tevî tedbîrên parastin û xweparastina ji vîrusa Koronayê vekirî dimînin.

-Bas û erebeyên ku derkevin û dikevin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tev bigerin.

-Ji bilî nimêja înê û pîrozahiya yekşemê bi girtina tevahî tedbîrên xweparastinê, tevahî cihên îbadetê tên girtin.

-Kombûnên mezin, mîna holên şahiyan, konên sersaxiyê, civîn û kongre qedexe ne.

-Divê tevahî şênî û xebatkdarên saziyên Rêveberiyên Xweser maskan li xwe bikin, parastina şexsî bikin û li tevahî cihan ji hev bi dûr bikevin, heta ev pandemî bi dawî dibe.

-Mefê her rêveberiyekê ji Rêveberiyên Xweser û Sivîl heye ku biryarên guncew ên der bare Koronayê de li gorî rewaşa xwe bidin."

(fr)

ANHA