Şêniyên Dirbêsiyê: Em xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî û vîna gel

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê careke din piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê re nîşan da û gotin: "Em xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî û vîna gel."

Şêniyên Dirbêsiyê: Em xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî û vîna gel
20 kanûn, 2020   16:59
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê, rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr jî di nav de ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê li qada Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Endamê Komîteya Rûspiyên Dirbêsiyê Heysem Xelîl daxuyanî xwend û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li dijî Eyn Îsayê bi sûcekî terorî bi nav kir û anî ziman ku armanca van êrişan qetilkirin û koçberkirina sivîlan e.

Xelîl diyar kir ku ew li dijî êrişên artêşa Tirk disekinin  û wiha domand: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer naxwazin, lê hewldana misogerkirina aştiyê dikin .Em bang li her kesên ku banga mirovahiyê dikin ku dawî li van êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin."

Heysem Xelîl di dawiya daxuyaniyê de piştgirya xwe ji QSD`ê re re nîşan da û got: "Da ku xaka me were rizgarkirin em ê piştgitiyê bidin QSD`ê, em xwe dispêrin hêzên xwe yên leşkerî û vîna gelê ku ji bo hebûna li ser xaka xwe li ber xwe dide û tê dikoşe."

Daxuyanî bi sloganên"Bijî berxwedana QSD`ê û şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pvXAgSkSObM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>