'Metirsî li ser bendavên Qamişloyê tune ye'

Rêveberên Gerînendetiya Parastina Çavkaniyên Avê destnîşan kir ku rewşa hemû bendavên kantona Qamişloyê baş e û tu metirsî tune ye ku bendav hilweşin.

'Metirsî li ser bendavên Qamişloyê tune ye'
'Metirsî li ser bendavên Qamişloyê tune ye'
'Metirsî li ser bendavên Qamişloyê tune ye'
'Metirsî li ser bendavên Qamişloyê tune ye'
'Metirsî li ser bendavên Qamişloyê tune ye'
20 kanûn, 2020   11:12
QAMIŞLO-RÊNAS RIMO

Di encama baranên zivistana sala borî de li gundên li kêleka bendavên Meşûq û Mizgeft ên navçeya Tirbespiyê lehî çêbû, ji ber vê yekê jî û wek gaveke tedbîrê Gerînendetiya Parastina Çavkaniyên Avê bendav restore kirin, rêyên avê yên nû vekirin û paqij kirin.

Li kantona Qamişloyê 7 bendav hene, bendavên Meşûq û Mizgeft li navçeya Tirbespiyê, bendavên Çilaxa û Zexîre li navçeya Çilaxa û bendavên Seqan, Hakimiyê û Borzî li navçeya Dêrikê.

Piştî baran û lehiyên sala borî metirsiya gel ji hilweşîna bendavan hebû, bi taybet ji ber ku hin bendav derizîne. Ji rêveberên Gerînendetiya Parastina Çavkaniyên Avê Mûsa Xelef piştrast kir ku hemû bendav saxlem in.

RESTOREKIRINA BENDAVAN

Mûse Xelef piştrast kir ku her sal bendavan restore dikin û paqij dikin, her wiha lêkolînên paşerojê ji bo parastina van bendavan tê kirin û çawa ku sûdê zêdetir di çandiniyê de jê bigirin.

Xelef wiha lê zêde kir: "Rewşa hemû bendavan baş e û di bin kontrol û çavdêriyê de ne û tu metirsî tune ne ku hilweşin.”

(dm)

ANHA