Girtiyên di girtîgehan dewleta Tirk de mane, destdirêjiya li wan hatiye kirin vegot

Komeke jinên ku bere di girtîgehên dewleta Tirk de girtî bûn, bi rêya dîmenên li ser medyaya civakî eşkere kir ku ew di dema binçavkirinê de rastî heqaretê hatine.

Girtiyên di girtîgehan dewleta Tirk de mane, destdirêjiya li wan hatiye kirin vegot
20 kanûn, 2020   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çend rojên borî de, komeke jinên ku berê di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de  girtî bûn, hin dîmen li ser malperên tevna civakî parve kirin û tê de piştrast kir ku di dema binçavkirinê de rastî rêbazên xirab û heqaretê hatine. Jinan her wiha rexneyên tund li hikumeta Tirk a bi serokatiya Erdogan kirin.

Parêzer Betûl Albay got ew jî di nava bi dehan qurbaniyên ku heqaret li wan hatiye kirin de bû, her wiha dîrok û cihê ku tê de rastî wê yekê hatiye bi bîr xist.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Betûl Albay tevî bavê xwe hatibû binçavkirin piştre ew hate girtin û cilên wê jê hatin danîn.

Betûl diyar kir ku tu siyasetmedar an rêveberekî partiya AKP`ê nikare wan binpêkirinên di girtîgehan de înkar bike û piştrast kir ku heke li kamîreyên ewlehiyê yên li girtîgehê di roja 2`ê Mijdara 2017`an de vegerin, dê wê yekê bibînin.”

Mamosteya bi navê Tuba Ozdemîr ku qurbaniyeke din a heqareta li girtîgehan e, bi dîmenekî li ser medyaya civakî destnîşan kir ku dema ku ji wê xwestin cilê xwe deyne, ew rastî travmayê hat û got: “Ew roja herî xirab di jiyana min de bû.”

Her wiha çalakvanên hiqûqî Natalie Avazyan, Zekiye Ataç, Hagar Kuç û rojnamevan Nur Enar Kilinç dîmen belav kirin û tê de behsa kiryarên li dijî wan pêk hatine, kirin.

Di heman derbarê de, Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bang li cîgira serokê bloka parlamanê ya partiya AKP`ê ku Erdogan serkêşiya wê dike, Ozlem Zengin kir ku li ser kiryar û heqaretên di girtîgehan de li jinan hatine kirin, lêborînê bixwaze.

Parlamanter Omar Faruk Gergerlîoglu jî negirtina tedbîran ji aliyê hikumeta Tirk ve li dijî rayedarên berpirsên binpêkirinên li navendên binçavkirinê, rexne kir û destnîşan kir zêdetirî 30 jin rastî destdirêjiyê hatine û di dema lêpirsînê de li navenda polîsan a bajarê Uşakê heqaret li wan hatiye kirin, bêyî ku hesab ji berpirsan bê xwestin an bên cezakirin.

(cx)

ANHA