​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker li gundên Zaxoyê daran dibire û dibe Tirkiyê

Êrişên artêşa Trik a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê li daristanên gundên Zaxoyê daran dibirin, derbasî Tirkiyê dikin û difiroşin.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker li gundên Zaxoyê daran dibire û dibe Tirkiyê
20 kanûn, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker heman sûcên li Efrînê pêk tîne, li Başûrê Kurdistanê jî pêk tîne.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, artêşa Tirk a dagirker li hinek herêm û gundên Zaxoyê bi hinceta çêkirina rêyan, hemû daristanên herêmê wêran dike, darên gundan ji kokê ve jê dike.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku ji destpêka havînê ve artêşa Tirk a dagirker dest bi jêkirin û hilkirina daran kiriye. Çavkaniyan diyar kir artêşa Tirk hilkirin û wêrankirina daristanên Zaxoyê  bi destê  çeteyê bi navê  Cafer Benek ê li herêmê wek kontra dixebite, pêk tîne.

Artêşa Tirk rê birine gundê Keşanê yê Zaxoyê û derdora wê. Rêyek din jî li aliyê Geliyê Pisaxa ve çêdikin, heya gundê Bilehê, ji wir Kaniya Gûzê ya zozanên Bişar Axa, ji jor de jî anîne gundên Elaniş, Siyara Gewrik, beramber gundê Şeranişa Xiristiyanan û ji wir jî birine Xantûrê.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku darên hildikin, derbasî Tirkiyê dikin û ji bo xwe difiroşin.

Hinek rojnameyên erebî jî heman mijara wêrankirina jîngeha gundên Zaxoyê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser zimanê şêniyên van gundan, xiste rojeva xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tiştên ku niha dewleta Tirk li Heftanînê dike, beriya wê li Efrînê jî pêk anîne û hîn jî pêk tîne. Li gel dagirkeriya leşkerî, jîngeha herêmê jî bi zanabûn qir dikin. Hem darên zeytûnan ji kokê de jê dikin, hem jî zeyt û zeytûnên ji Efrînê kom dikin, derbasî bazara cîhanî dikin û difiroşin.