'Armanca wan dûrxistina Ocalan ji çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn e'

Dozgerên li kantona Hesekê diyar kirin ku desthilata Tirk bi girankirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan pîvanên navneteweyî û peymana Cinêvê bin pê dikin û gotin, armanca desthilatê ji vê tecrîdê  ew e ku rêbertî dûrî rola erênî ya çareserkirina aloziya Rojhila Navîn bixe.

'Armanca wan dûrxistina Ocalan ji çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn e'
20 kanûn, 2020   08:56
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Desthilta Tirk ji 15`ê Sibata 1999`an ve, li dijî rêber Abdullah Ocalan siyaseteke çewisandinê dide meşandin, tecrîdê ferz dike û rê nadin parêzer û malbatê ku  bi rêbertî re bicivin.

Çavdêr dîlgitina rêber Abdullah Ocalan wiha wesf dikin:"Dîlgirtina azadiyê û adaletê", nexasim dîlgirtina serxwebûn û dorpêçkirina pêkhateyên herêmê ye."

/ar/uploads/files/2020/12/20/084256_mhmd-jmyl.webp

Dozgerê Dîwana Adaletê ya Kantona Hesekê Mehmûd Cemîl diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî yên têkildarî vê mijarê girîngiyê nadin tecrîda ku desthilta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Cemîl wiha gotina xwe dewam kir:"Rêbertî dîlgirtiyekî siyasî yî, nûnertiya mafên gelekî bindest dike û li gorî pîvanên navneteweyî mafên girtiyên siyasî parastî ye, lê dîsa jî rewşa tenduristiyê ya rêbertî ne diyar e û malbat pê re naçive."

'BI GIRANKIRINA TECRÎDÊ RE QANÛNÛNÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE'

Cemîl diyar kir ku tevî ku raporên CPT`ê ku tê de kiryarên nehiqûqî yên li girtîgeha Îmraliyê eşkere dikin, lê dîsa jî desthilata Tirk tecrîd girantir dike.

Dozger Mehmûd Cemîl da zanîn ku  ew bi hêvî bûn ku piştî rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), rewşa rêbertî baş bibaya û got: " Lê dewleta Tirk li dijî qanûn û peymanên navneteweyî derket û tecrîdê girantir kir."

Cemîl destnîşan kir ku li gorî peymana Cinêvê ya ku di sala 1948`an de hate ragihandin û her du peymanên navneteweyî yên mafên siyasî û aborî ku di sala 1966`an de hate ragihadin, desthilata Tirkiyê bi van kiryarên xwe peyman û qanûnên parastina girtiyên siyasî bin pê dike û wiha got: "Dewleta Tirk berovajî qanûn û destûra ku derxistiye tevdigere. Rêber Abdullah Ocalan girtiyekî siyasî û divê li ser vê bingehê bi wî re dan û standin bê kirin."

'DIXWAZIN ROLA ERÊNÎ YA RÊBERÎ JI ÇARESERKIRINA ALOZIYAN DÛR BIXÎNIN'

Di vê der barê de Mehmûd Cemîl bal kişand ser armanca desthilta Tirk ji tecrîdê û wiha pê de çû:"Armanca dewleta Tirk ew e ku rêbertî dûrî rola wî ya erênî ya çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn bixîne, ji ber ku piraniya gelan fikir û felsefeya rêbertî ji xwe re bingeh girtine û bi nêrînên rêbertî yên çareserkirina aloziyên li Rojhila Navîn bawer in."

Li  aliyekî din jî Dozgerê di Dîwana Adaletê ya bajarê Hesekê de Tariq Êzidî got ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, pîvanên navdewletî bin pê dike û naxwaze bi gelê Kurd û rêbertî re li hev kirinek çêbibe.

Tariq Êzidî di dawiya gotina xwe de anî ziman ku serbestberdana rêbertî û dawîkirina van siyasetên li dijî wê dê gaveke  ji bo gelê herêmê gaveke baş bin.

Di dawiyê de dozgeran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên kirin ku  zextê li dewleta Tirk bikin û wê neçar bikin da ku dawî li tecrîdê bînin, di zûtirîn dem de rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan û mafên girtiyên siyasî were parastin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R_W6NNYLFxY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

ANHA