Rojnamevan: Li Bakur û Rojhilê Sûriyê Rûsya bi erka xwe ranebû

Rojnamevanên çalak ên li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê diyar kir ku Rûsya ya garantor li şûna ku ji agirbestê re bibe bersiv, wekî cemawerekî li êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê temaşe dike.

Rojnamevan: Li Bakur û Rojhilê Sûriyê Rûsya bi erka xwe ranebû
20 kanûn, 2020   07:29
KOBANÊ

Piştî artêşa Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019'an êrişên dagirkirinê birin ser Girê Spî û Serêkaniyê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ji bo agirbestê û vekişandina QSD`ê ji sînor peymanek mohr kir. Piştî 5 rojan lihevkirineke siyasî di navbera Rûsya û Tirkiyê li Soçiyê çêbû. Li ser vê bingehê bi navbeynkariya Rûsyayê, QSD`ê û artêşa Tirk agirbest ragihand.

Ji dema ku peyman hatiye mohrkirin ve, êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê nesekinîne. Şêniyên herêmê bêdengiya Rûsya ji van sûcan re şermezar dikin û bang li Rûsyayê dikin ku bi erka xwe rabe.

Têkildarî mijarê rojnamevanan got ku Rûsya ya garantor li herêmê erka xwe bi cih neanî û li êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên ku nuqteyên wê lê hene, temaşe dike.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Nazim Deştan diyar kir ku Rûsya hêzeke navneteweyî ya xwedî bandoreke cîhanî ye, li Sûriyê di qada siyasî û leşkerî de bandoreke wê ya mezin heye û bi hikumeta Sûriyê re xwedî têkiliyên dîrokî û girîng e. Deştan got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve wan dît ku Rûsya dev ji piştgiriya hikumeta Sûriyê berneda, lê piştî dewleta Tirk êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin, Rûsya wekî hêzeke garantor a agirbestê derbasbî herêmên bû, li gel vê piştî dewletên peywendîdar agirbest ragihandin û QSD`ê vekişiya, lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker êriş ranewestandin û îro jî êrişî bajarokê Eyn Îsayê dike."

Deştan wiha gotina xwe berdewam kir: "Rûsya der barê êrişên artêşa Tirk bê deng ma û bi rola xwe ranebû, êdî bêdengiya Rûya eşkere ye û heta der barê bêdengiya xwe tu daxuyanî jî nedaya raya gişt. Lê mirov pirsekê dike; çima Rûsya bê deng e? Ev e ya ku divê mirov bipirse, di rastiyê tek armancek Rûya heye ew e ku berjewendiyên xwe yên li Sûriyê mîsoger bike. Niha jî bi hemû hêza xwe dixwaze berjewendiyên xwe hem bi hikumeta Şamê re û hem jî bi artêşa Tirk re biparêze."

Rojnamevanê Kurd Nazim Deştan Kurd îşaret bi  geşedanên  li Eyn Îsayê kir û wiha pêde çû: "Di demên dawîn de me dît ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê zêde kirine. Me dît ku Rûsya xwest ku ev herêm radestî rejîma Şamê were kirin. Ev yek dijminatiya Rûsya ji projeya Rêveberiya Xweser re nîşan dide, di heman demê de dixwaze rewş wekî beriya 2011`an vegere, di encamê de mirov tê digihêje ku Rûsya roleke neynî lîst û li şûna aloziya Sûriyê çareser bike, di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de diyalogan pêş bixîne xizmeta berfirehkirina cografiya aloziya Sûriyê dike, tişta min di pêvajoya 5 salên kar û xebata xwe li van herêman dît, bi kurtayî ev bû."

Rojnamevanê Ronahî TV Mihemed Seydî jî axivî û destnîşan kir ku  peymana di navbera Rûsya û artêşa Tirk de hate mohrkirin, li ser bingeha agirbestê bû û tevî ku QSD`ê li gorî peymanê yan jî li gorî peymana Soçî peyman bi cih anî, artêşa Tirk peyman binpê kir.

Seydî diyar kir ku li gorî peymana sêalî ya di navbera Rûsya, hikumeta Şamê û QSD`ê de, Rûs û hêzên hikumeta Şamê derbasî van herêman bûn û li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi cih bûn. Seydî da znaîn ku ev derbasbûna Rûsyayê bi armanca ku garantiya agirbestê bide, lê heta vê kêliyê der barê van êrişan de Rûsya tu helwest nedaye.

Şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê bêdengiya Rûsya ji van êrişan re şermezar dikin, nexasim di çalakiyên ku li ber nuqteyên Rûsya yên li  Eyn Îsayê de li dar ketin. Girseya gel li ber nuqteyên Rûsya yên li Eyn Îsayê bang li Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabe.

Seydî da zanîn ku rola Rûsya dê bingeha diyarkirina xeta siyasî û sînordarkirina aloziya Sûriyê be, lê Rûsan dev ji erka xwe berdan, tu helwest nîşan nedan, heta ji bo çaresriya siyasî ya di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de jî tu gav neavêt.

Rojnamevan Mihemed Seydî di dawiyê de got:" kir "Di rewşa heyî de ne mimkine ku tu aliyekî ji aliyên ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin, biryareke yekalî bide, bi taybet Rûsya ya ku bajarê Efrînê radestî dewleta Tirk a dagirker kir. Heger rewşeke wiha li van herêman dûbare bibe wê ji aliyê şêniyan ve neyê qebûlkirin. Nexasim piştî aloziya Efrînê baweriya şêniyên herêmê bi hebûna  Rûsya nemaye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l4R7WiyarZE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>