Ebîr Hesaf: Divê PDK berjewendiya Kurdîyatiyê di ser berjewendiya partîzaniyê re bigire

Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf bang li PDK’ê kir ku li ser maseya diyalogê rûne û berjewendiya Kurdayetiyê di ser berjewendiyên partîzaniyê re bigire. Ebîr Hesaf piştrast kir ku çi şerekî birakujî çêbibe, dê rê li pêş dijminên doza Kurd bi pêkanîna qirkirinan veke û ev jî dê li pêş yekitiya Kurd asteng û kelem be.

Ebîr Hesaf: Divê PDK berjewendiya Kurdîyatiyê di ser berjewendiya partîzaniyê re bigire
20 kanûn, 2020   06:59
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

PDK’ê ji 12’yê Kanûnê ve hêzên leşkerî tevî çekên giran sewqî li ser sînorê Rojava kirin, bi wê re jî zêdetirî 40 nuqteyên leşkerî, 3 navendên sereke ava kirin, li gel wê jî nuqteyên xwe xurt kirin û nixumandin.

Di 13’yê vê mehê de, hêzên PDK’ê êrişî HPG’ê kir, di encamê de 3 gerîla birîndar bûn, 2 jê jî rewşên wan giran in. Ew êriş li nêzî gundê Sêgirkê yê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ya li Başûrê Kurdistanê pêk hat.

Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf li vê yekê axivî û wiha got: "Tiştê li Başûrê Kurdistanê rû dide, cihê mixabîniyê ye, tenê dikeve xizmeta dijminên doza Kurd û Kurdistanê, mîna hêzên navneteweyî û herêmî. Ev hêz jî hewl didin Kurdan qir bikin, komployan pêk tînin û mala Kurdan wêran dikin."

Ebîr Hesaf ji ANHA’yê behs kir ku çi şerekî birakujî li Başûrê Kurdistanê rû bide, dê bi xwe alozî û krîza ku şêniyên Başûr bi demeke dirêj dijîn, kûr bike. Ew jî dema şer di navbera du aliyên Kurd de pêk hatibû.

 ‘XWÎNRIJANDINA KURDAN DÊ HEWLDANÊN YEKITIYÊ ASTENG BIKE’

Ebîr Hesaf da zanîn ku tişta li Başûrê Kurdistanê rû dide dê bandorê li yekitiya Kurdan bike. Ji lew re divê partiyên siyasî hewl bidin van pirsgirêkên bigirêk ên di navbera aliyên Kurd de bi rêya diyalogê çareser bikin da ku destkeftiyên Kurdan ên li tevahî Kurdistanê biparêzin û wiha domand: "Xwînrijandina Kurdan dê gelek astengiyan ava bike."

Ebîr Hesaf diyar kir ku sedema êrişa li dijî nuqteyên HPG’ê bi armanca pêkanîna berjewendiyên partîzanî yên teng e û wiha pê de çû: "Ev êriş di demekê de ku diviyabû aliyên Kurd hewl bidana pirsgirêkên bigirêk çareser bikira, rêz ji fikirên hev du re bigirta, pêk hatin. Da ku hîmeke hevbeş ava bikira û nexşeyeke siyasî ya Kurdistanê ava bikira."

Ebîr Hesaf bang li PDK’ê kir ku pêwîst e ew li ser maseya diyalogê rûne û berjewendiya Kurdîniyê di ser berjewendiyên partîzanî re bigire û wiha bi lêv kir: "Çi şerekî birakujî rû bide, dê rê li pêş dijmin veke, da ku qirkirinên zêde li dijî Kurdan pêk bîne."

Ebîr Hesaf li dawiyê bang li hêzên kurd, siyasetmedarên li tevahî Kurdistanê kir ku pêwîstî bi dûrketina ji berjewendiyên partîzanî yên teng û hewldana avakirina Kurdistanekê heye.

(fr)

ANHA