Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24`an de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 24`an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24`an de didome
20 kanûn, 2020   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  24`an de ye.

Zeynep Calihan dayika girtiya bi navê Asli Calihan ku di greva birçîbûnê de ye got, ''Em naxwazin zarokên me bimirin, em naxwazin ji girtîgehan mirî derkevin. Em dixwazin hûn bi histyarî tev bigerin. Em dixwazin ku hûn deng bidin dengên me.''