Birayê girtiyekî siyasî banga piştgiriya greva birçîbûnê kir

Birayê girtiyê siyasî  Abdulezîz Mistefa yê di girtîgehên faşîzma Tirkiyê de Cemal Mistefa, bang li gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û piştgiriya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bikin.

Birayê girtiyekî siyasî banga piştgiriya greva birçîbûnê kir
20 kanûn, 2020   08:24
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Girtiyên PKK'ê û PJAK'ê ve di 27`ê Mijdarê de ji ber siyaseta Tirkiyê ya Ii dijî girtiyên siyasî dide meşandin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daye ferzkirin, ketin greva birçîbûnê.

Girtiyê bi navê Cemal Mistefa (Simko) ji gundê Til Cemal a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ye, ji 1996`an di girtîgeha faşîzma Tirkiyê de ye û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Cemal Mistefa destpêkê di girtîgeha Gumuşhane ya herêma Deryaya Reş a Tirkiyê de bû, lê paşê ew birin girtîgeha Erziromê,piştre Tekirdag a li Tirkiyê.

Simko ku niha di zîndana Tekirdagê de girtî ye dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Birayê girtiyê siyasî Cemal, Abdulezîz Mistefa got ku birayê wî ji sala 1982`an tev li nava refên gerîlayan bûye, li tevahiya Sûriyê xebata siyasî meşandiye û paşê berê xwe da Lubnanê.

Mistefa diyar kir ku birayê wî sala 1986`an bi hin hevalên xwe re çû Akademiya Masûm Korkmaz û piştî perwerde bi dawî kirin vegeriyan Sûriyê, da ku xebata siyasî bimeşînin.

Mistefa wiha axaftina xwe dewam kir: "Heta deh salan jî min û malbatên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk ên ji Helebê û Rojava serdana biryarê xwe di girtîgeha Erzîromê de dikir."

Ebdulezîz Mistefa da zanîn ku cara dawîn di 2010`an de serdana birayê xwe kir, lê piştî aloziya Sûriyê nema karîn biçin, paşê bi rêya telefona malê bi malbatê re peywendî dikir, lê ji ber xetên herêma wan qut bûn, ev yek jî nema.

Mistefa bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî dide meşandin bisekinin, piştgiriya berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bike.

Ebdulezîz Mistefa bang li gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û piştgiriya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê bikin.

Di dawiyê de birayê girtiyê siyasî Cemal Mistefa, Abdulezîz Mistefa bang li şêniyên Bakurê Kurdistanê û Rojava kir ku bi erka xwe rabin û piştgiriya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ucqr9mIem8k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>