​​​​​​​Kîno Gabrîal: Em pabendî mafê parastina rewa û bersivdayîna êrişan in

Kîno Gabrîal piştrast kir ku dê hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û   berisva êrişên li dijî herêmê bidin. Gabrîal îdiayên hin dezgehên çapemeniyê yên nêzî Rûsya û hikumeta Şamê li ser radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumetê re, derewand.

​​​​​​​Kîno Gabrîal: Em pabendî mafê parastina rewa û bersivdayîna êrişan in
20 kanûn, 2020   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmê du peymanên agirbestê hatin îmzekirin. Ya yekemîn di navbera Amerîka û dewleta Tirk di 17`ê Cotmehê de, ya din jî di 22`ê Cotmehê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de pêk hat. Lê belê dewleta Tirk pabendî agirbestê nebû û hîna êrişên xwe li ser herêmê dewam dike. Rûsya û Amerîka li hemberî êrişan xwe ker û lal kirine.

Ji roja pênşemê ve, artêşa Tirka a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê dikin.

Girêdayî mijarê berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîal ji ANHA`yê re daxuyand ku dewleta Tirk bi berdewamkirina êrişan dixwaze “rewşeke cuda ferz bike, an Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Rûsya nuqteyên bicihbûna xwe biguherînin, her wiha dixwaze erdên nû bi dest bixe.”

Gabrîal piştrast kir ku hêzên wan hemû êrişên dagirkeriya Tirk têk birin û planên wê vala derxistin û got: “Planên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê diyar in. Me ev yek di salên berê de jî dît, dema ku êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kiribû.”

Gabrîal li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Amerîka li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku ew van êriş û hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê bi tu awayî qebûl nakin û wiha domand: “Lê di heman demê de xuya bû ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta Tirk de (wekî hêzeke herêmî). Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ew yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin.”

Gabrîal piştrast kir ku hêzên wan pabendî peymanan in û agirbestê pêk tînin û got: “Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî, li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”

Kîno Gabrîal li ser îdiayên hin hêzan ku gotin peymana dawîn a di 9`ê Cotmehê di navbera QSD`ê û hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê de ku li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê li navçeya Eyn Îsayê li hev kiribûn, ji bo radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumeta Şamê re, wiha got: “Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me bi awayekî fermî ragihandiba.”

Kîno Gabrîal di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin ku ev parçeyekî ji siyaseta wê li seranserê herêmê û Rojhilata Navîn e.

(cx)

ANHA