​​​​​​​Dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî dike mizgeft

Dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî ya li navçeya Şera ya bakurê kantona Efrînê ya dagirkirî, vediguherîne mizgeftê.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî dike mizgeft
​​​​​​​Dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî dike mizgeft
​​​​​​​Dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî dike mizgeft
20 kanûn, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên ku ajansa me bi dest xistine, diyar dibe ku dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî vediguherîne û li qada wê mizgeftekê ava dike.

Keleha Nebî Horî ku bi “bajarê Koriş an Sîros” jî tê nasîn, 45 km li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê ye û girêdayî navçeya Şera ye. Dîroka Keleha Nebî Horî vedigere sala 312`an (B.Z).

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina kantona Efrînê, Keleha Nebî Horî dagir kir.

Li gorî raporên Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê, di salên dagirkeriya dewleta Tirk de bi armanca dizîn û talankirina tiştên dîrokî yên hatine dîtin û birina wan ji Tirkiyê re, gelek cihên dîrokî bi awayekî bê ser û ber hatin kolandin.

Di wêneyan de ku ANHA`yê bi dest xistine, xebatên avakirinê û guhertina keleha dîrokî û bilindkirina ala Tirk xuya dikin. Her wiha diyar dibe ku li cihê dîrokî avahiyên din tên lêkirin û nîşaneyên avakirina mizgeftê xuya dikin.

(dm)

ANHA