5 girtiyên siyasî yên li girtîgeheke Konyayê tev li greva birçîbûnê bûn

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehan dest pê kiribû, di roja 22’yemîn de didome. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 5 girtiyên siyasî tev li greva birçîbûnê bûn.

5 girtiyên siyasî yên li girtîgeheke Konyayê tev li greva birçîbûnê bûn
18 kanûn, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê girtiyên siyasî yên bi navê Omer Sîpek, Îbrhaîm Sutçu, Muhammet Hasan Îbîş ê ji Efrînê û Faîk Budak, tev li greva birçîbûnê bûn.

Girtî Îbrahîm Sutçu bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û derheqê greve de agahî da.

Sutçu got, “Em li girtîgehê 5 kes dimînin. Her hevalek me di komekê de cih digire. Piştî destpêkirina grevê tevgerên kêfî yên rêveberiya girtîgehê ya li ser girtiyan zêdetir bûn. Rojnameyan nadin me."