Artêşa Sûdanê ragihand ku tevahiya axa Sûdanê kontrol kiriye

Artêşa Sûdanê ragihand ku hemû erdên Sûdanê û çiyayê Ebû Tiyûr bi temamî xistine bin serweriya xwe û herêma sînorî ya bi Etiyopyayê re bi ewle kiriye.

Artêşa Sûdanê ragihand ku tevahiya axa Sûdanê kontrol kiriye
18 kanûn, 2020   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye ragihand ku artêşa Sûdanê herêma sînorî ya bi Etiyopyayê re bi temamî bi ewle kiriye.

Çavkaniyekî leşkerî jî piştrast kir ku serokê Meclisa Serdestiyê Ebdulfetah El-Burhan tevî fermanên artêşê çavdêriya biewlekirina herêmê dike. Her wiha diyar kir ku li herêmên Sûdanê yên li hemberî herêma Emhera ya Etiyopyayê, nuqteyên leşkerî hatine avakirin.

Hêzên çekdar ên Sûdanê îro piştî şerên dijwar, tevahiya xaka Sûdanê û çiyayê Ebû Tiyûr bi temamî kontrol kirin. Çavkaniyekî leşkerî yê payebilind ji tora El-Erebiye re destnîşan kir ku dê artêşa Sûdanê raneweste heta ku herêma Xûrşîd nuqteya dawîn li ser sînorên navneteweyî yên bi Etiyopyayê re vegerîne.

Artêşa Sûdanê piştî kuştina gelek leşkeran, roja pêncşemê da zanîn ku sewqiyatên mezin şandine sînorên bi Etiyopyayê re. Her wiha Xertûmê li cem Yekitiya Afrîkayê û rêxistina IGAD der barê zêdegaviyên Etiyopyayê de gilî kir.

(şx)