​​​​​​​ꞌSûcên li dijî jinan tên pêkanîn, rewabûnê didin dewleta Tirkꞌ

Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê Jînda Dilsoz got:" Nehesabxwetina ji tecawizkaran, rewatiyê dide dewleta Tirk ku sûcên bi vî rengî pêk bîne.

​​​​​​​ꞌSûcên li dijî jinan tên pêkanîn, rewabûnê didin dewleta Tirkꞌ
18 kanûn, 2020   08:30
HELEB

Di 5`ê Kanûnê de endam û rayedarên hikumeta Tirkiyê li dijî zaroka 15 salî li herêma Kercewsa ya Batmanê ya Bakurê Kurdistanê, êrişên cinsî pêk anîn.

Li herêmên ku artêşa Tirk a û çeteyên wê dagirkirine, rojane jin têne revandin, qetilkirin û tundiya derûnî li hemberî wan tên meşandin.

Têkildarî sûcê li wîlayeta Batmanê pêk hatiye, endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan a Helebê Jînda Dilsoz axivî û behsa siyaseta dewleta Tirk a li hemberî jinan dimeşîne kir. Jînda Dilsoz got: "Sedsala 21`emîn sedsala ronasansa jinan a rêvebirina civakê ye, di vê sedsalê de jin dixwaze li dijî hişmendiya desthilat bisekine, bi berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî tevahiya rêbazên tundiyê bisekine û azadiyê misoger bike."

Jînda Dilsoz diyar kir ku hişmendiya ku dewleta Tirk li dijî jinan dide meşandin, ji bo di şexsê jinê de nirx û rêgezên civakê biçewisîne, lewma di serî pêşî de jin têne armanckirin, mînaka herî nêzîk jî êrişa li hemberî zaroka li Batmanê ye.

ꞌSÛCÊN TUNDIYÊ ZÊDE DIBIN Û HESABXWESTIN TUNE YEꞌ

Li gorî belgekirina rêxistinên têkildarî mafên kar û barên jinan û Navenda Lêkolînên Sivîl, di nava deh mehên dawîn ên îsal de derdora 453 jin hatin qetilkirin û sedema kuştina 144 jinan jî ne diyar e.

Tevî ku daneyên bilindkirina asta tundiyê eşkere ne, lê dîsa jî desthilata Tirkiyê qanûna zewaca bi rêya destdirêjiyê rewşa kir û bi vî awayî, mêrên sûcdar êrişên cinsî li dijî  zarokan pêk bînin, hesab ji wan neyê xwestin û ji van qurbaniyan bizewicin.

Jînda Dilsoz da zanîn ku  li Tirkiye belgekirina sûcên tundiyê zêde dibin, lê dîsa jî rêxistin û saziyên qaşo parastina mafên mirovan dikin, bê deng in, ev yek jî dibe sedem  ku dewleta Tirk rewbûnê bide pêkanîna van sûcan û ev rê li ber zêdebûna van bêexlaqiyan veke.

Jînda Dilsoz sûcên li dijî jinên li Tirkiyê û herêmên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin bi hev ve girê dan û wiha axaftina xwe dewam kir:"Hin sûcên ku tên pêkanîn di medya civakî de têne dîtin, lê bi dehan jin tên revandin, qetilkirin û tecawizkirin, lê nayên belgekirin."

Jînda Dilsoz bi lêv kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku jin nema azadiya xwe bixwazin û bi vî şeklî rola jinan di civakê de lawaz bike.

Di dawiyê de Jînda Dilsoz got ku Tevgera Jinên Ciwan dê piştgiriya hemû jinên ciwan bike, da ku xwe bi rêxistin bikin û besiva êrişên derexlaqî yên dewleta Tirk bide û hişmendiya hewldana çewisandina mafên jinan dikin têk bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cRpgp6jKXok" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>