Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir

Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê, meşiyan.

Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
Şêniyên Kobanê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir
17 kanûn, 2020   13:21
KOBANÊ

Gelê Kurd li hemberî êrişên hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê nerazîbûna xwe nîşan dide.

Îro bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên hêzên PDK`ê yên li dijî hêzên gerîla li nêzî gundê Sêgirkê li herêma Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê, daketin qadan.

Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û şênî heta bi Qada Aştiyê meşiyan. Beşdaran alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên “Hûn berpirsên xiyanet û dagirkirinê ne, jin û dîrok dê lanetê li we bikin” û “Na ji şerê birakujiyê re, erê ji diyalogê re” hildan.

Li Qada Aştiyê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star a navçeya Şêran Litfiye Mehmûd axivî û destnîşan kir ku tevgera jinan rûdana şerê birakujiyê red dikin û dê piştgiriya hêzên gerîla bikin ku ji destpêkê ve, rûmeta gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê parast.

Litfiye di axaftina xwe de destnîşan kir ku rêya gerîlayan dişopînin ku rûmeta gelê Şengalê û jinan parastiye û ji bo Kurdistanê şer kirin, dema ku hêzên PDK’ê û yên hikumeta Iraqê gelê xwe di destê DAIŞ'ê de hişt. Litifiye di dawiya axaftina xwe de banga yekitiya Kurdan kir.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso jî hevkariya PDK'ê bi Tirkiyayê re şermezar kir û got: "Gelê Kurd di qonaxeke hesas re derbas dibe, tê de komplo tên meşandin ku biratiya Kurdan dikin armanc da ku şerekî navxweyî çêbe.

Hiso got metirsiyeke mezin li ser Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê heye ku destkeftiyên Kurdan dike armanc.

(dm)

ANHA