Li Dirbêsiyê dewriyeya 37`emîn a Rûsya-Tirkiyê hate meşandin

Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê li gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeya 37`emîn meşand.

Li Dirbêsiyê dewriyeya 37`emîn a Rûsya-Tirkiyê hate meşandin
17 kanûn, 2020   13:29
 HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji deriyê Şêrik ê sînorî (13 km li rojavayê Dirbêsiyê) bi rê ket û ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş di gundên Melek, Delîk, Aliye, Erade, Hilêwa, Feqîra, Îbrahîmiyê, Kesra re derbas bû û di gundê Dehir El-Ereb re vegeriya nuqteya destpêkê.

Piştre panzêrên artêşa Tirk a dagirker vegeriyan xaka Tirkiyê û yên Rûsyayê jî vegeriyan baregeha xwe ya li Qamişloyê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/xBpClt0JUWs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>