Êzidiyên ji Tirbespiyê serdana goristanên xwe dikin

Êzidiyên ji navçeya Tirbespiyê bi boneya Cejna Êzî serdana Goristana Diyarî Felekî kir û cejna hev pîroz kir.

Êzidiyên ji Tirbespiyê serdana goristanên xwe dikin
17 kanûn, 2020   13:05
QAMIŞLO

Êzidiyên li navçeya Tirbespiyê piştî rojiya 3 rojan li gorî salnameya rojhilatî di hefteya yekemîn a Kanûnê de, Cejna Êzî pêşwaz dikin.

Serdana Goristana Diyarî Felekî ya li gundê Otcelê yê navçeya Tirbespiyê yek ji ayînên beriya Cejna Êzî ye. Êzidî ji tevahiya gund û bajaran li goristanê kom dibin û Cejna Êzî li hev pîroz dikin.

Li gorî ayînên cejnê, êzidî şêranî û fêkiyên ku kom kirine, telihev dikin û ji bo rihê miriyên xwe belav dikin. Sibeha roja cejnê jî serdana hev dikin û cejnê li hev pîroz dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A0g5reELLnI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>