Telegraphê plana îstixbarata Tirk derbarê kuştina siyasetmedarên Kurd li Nemsaye eşkere kir

Rojnameya Telegraph a Brîtanyayê diyar kir ku ajanekî istixbarata dewleta Tirk xwe radestî desthilata Nemsayê kiriye û li xwe mikur hatî ku wî ferman ji Enqereyê girtiye da ku siyasetmedareke Kurd bikuje.

Telegraphê plana îstixbarata Tirk derbarê kuştina siyasetmedarên Kurd li Nemsaye eşkere kir
17 kanûn, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê got ku ajanê Tirk ê bi navê Fayyad Ozturk planek girêdayî êrişkirinê li dijî sê kesan  Nemsayê eşkere kir.

Li gorî rapora rojnameyê, dibe ku siyasetmedarê Nemsayî ya bi eslê xwe Kurd Bêrîvan Aslan (39), armanca wê plane be.

Rojnameyê destnîşan kir ku siyasetmedara hedefgirtî ji destpêka lêpirsînan ve, di bin parastina polîsan de ye.

Parêzerên Ozturk piştrast kir ku Ozturk hemwelatiyê Îtalyaye û bi eslê xwe Tirk e, niha bi tawan ajantiyê ji bo dewleteke biyanî tê ragirtin û bi dildarî xwe radestî desthilata Nemsayê kiriye.

Di lêpirsînan de Ozturk got ew ji hêla istixbarata dewleta Tirk ve ji bo ku tev li bûyera kuştina Bêrîvan Aslan bibe hatiye şantajkirin. Ozturk wiha got: “Birîndar bibe yan jî bimire ne girîng e. Armanca vê bûyerê belavkirina tevliheviyê û ragihandina peyamekê ji Bêrîvan û kesên din re ye.”

Li gorî Ozturk dihat payîn ku ev bûyer di Adara borî de pêk bihata lê ji ber ku lingê wî di qezeyekê de şikest, li bajarokê Rîmînî yê Îtalayê asê ma.

Ozturk planên pêkanîna êrişên hovane li dijî du siyasetmedarên din jî di nav de ji rêveberên Partiya Kesk a Nemsayê Peter Bills eşkere kir. 

Peter Bills berê di komîteya istixbarata parlamentoya Nemsayê de kar dikir. Bi rexneyên xwe yên tund li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erodgan tê naskirin. Di 2017`an de raporek girêdayê têkiliyên di navbera AKP û bûyerên ku istixbarata dewleta Tirk li Nemsayê pêk anîne de belav kir.

Li aliyekî din Bêrîvan Aslan piştrast kir ku tora istixbarata dewleta Tirk a li Nemsayê herî kêm ji 400 ajanên ji penaberan pêk tê.

Ajanê Tirk ê ku di MIT`a Tirk de kar dike, li xwe mikur hat ku wî di Tebaxê de fermana kuştina Bêrîvan Aslan girtiye. Bêrîvan siyasetmedareke nemsayî ye û bi eslê xwe Kurd e û endama Partiya Kesk a Nemsayê ye.

Beriya çend mehan siyasetmedarê Nemsayê yê berê Peter Bills planên kuştinê li ser malpera Zack Zack a nûçeyan belav kiribû. Peter Bills li vê malperê edîtor e. Peter Bills wê demê gotibû ku istxibarata Nemsayê ew agahdar kiriye ku ew û tevî gelek kesan mîna Bêrîvan Aslan û endamê parlamentoya Ewropayê yê ji Nemsayê Andreas Cheddar di lîsteya kesên ku dihatin plankirin werin kuştin de ne.

Bêrîvan Aslan û edîtorê malpera Zack Zack Peter Bills eşkere kirin ku istixbarata dewleta Tirk ji Bregenz heta bigihêje Viennayê torek mezin ji ajanan û kesên ku tevliheviyan çêdikin, ava kiriye. Li gorî ku di dazgehên çapemeniyê de hatiye belavkirin, derdora 6 hezar ajanên istixbarata dewleta Tirk li Almanyayê hene. Lê hejmara wan li Nemsayê ne diyar e.

 (şx)