Şêniyên Heleb: Em piştgiriya girtiyên greva birçîbûnê dikin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî ya ji 21 rojan ve di greva birçîbûnê de ne, ragihand û bang li rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan kir.

Şêniyên Heleb: Em piştgiriya girtiyên greva birçîbûnê dikin
17 kanûn, 2020   07:59
HELEB-ARIF SILÊMAN

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, ji 27’ê Mijdara borî de greva birçîbûnê ji bo tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, ragihand.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê piştgiriya xwe bi xwestekên girtiyên siyasî re nîşan da.

Şêniya bi navê Fatme Hesen got desthilatê Tirk tecrîda li dijî rêber Ocalan bi bihaneya derew girantir dikin, nahêlin parêzer û malbata wî serdanê bikin û wiha got: "Rêber Ocalan girtiyê siyasî ye û ji bo doza gelê xwe têdikoşe, dive tecrîda li dijî wî rabe."

Fatme Hesen destnîşan kir ku bi sedan şênî û girtiyan dest bi greva birçîbûnê heta mirinê kir û agir ji bo rakirina tecrîda li dijî rêbertî bi canê xwe xistin. Lê belê desthilatên Tirkiyê bersiva xwestekekê jî neda. Li gel wê jî rêxistinên mirovî bê deng in. Bi wê re diyar dibe ku ew şirîkê dewleta Tirk di van sûcan de ye.

Fatme Hesen bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên mirovî der bare rêbertî û rakirina tecrîdê de rabin.

JI BO PIŞTEVANIYA GIRTIYAN

Neîme Horo tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got dewleta Tirk bi armanca bidawîkirina hebûna gelê Kurd tecrîdê li dijî rêber Ocalan girantir dike û wiha pê de çû: "Em ê li ser metoda ku rêbertî ji me re neqişandiye, bimeşin û tu kes nikare me qir bike."

Neîme Horo da zanîn ku piştgiriya girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk dike.  Ji ber ew girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, ketine greva birçîbûnê. Her wiha ew wek şênî dê li rex berxwedana girtiyan bisekinin û dê ji bo piştevaniya wan û rakirina tecrîdê biherikin qadan.

DÊ TECRÎD BIŞIKÊ

Remedan Bekir eşkere kir ku ev grev berdewama berxwedana şehîdên bi navên; Kemal Pîr, Mezlûm Doxan, Elî Çîçek, Mihemed Xeyrî Durmuş e. Her wiha berxwedana grevvanên li girtiyên dewleta Tirk jî silav dikin.

Der barê girtiyên ku greva birçîbûnê ji 27’ê Mijdara borî de ragihandine, Bekir wiha got: "Dê bi berxwedana wan tecrîdê bişike û rêber Ocalan rizgar bibe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W6aJG6WNrp8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>