Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li serdozgeriyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
17 kanûn, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn bi muwekîlê re hevdîtinê pêk bînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê dabû rêber Abdullah Ocalan.