Bengîn Seydo: "Di zagonên navneteweyî de ev yek binpêkirin e"

Hevserokê Yektiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo got: "Tiştekî ku rojamevan neçarî imzekirina li ser belgeya neşopandina bûyeran bike, li tevahî dinyayê tune ye."

Bengîn Seydo: "Di zagonên navneteweyî de ev yek binpêkirin e"
17 kanûn, 2020   05:12
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Li herêma Başûrê Kurdistanê ev çend sal in mijara nedayîna mûçeyan ji bo karmendên saziyan li herêmê heye, gel daxwaz ji hikumeta Başûr dike ku pirsgirêka mûçeyan çareser bike. Ji çend rojên dawiyê de bi fermî xwepêşandan ji aliyê gel ve tên lidarxistin.

Ji wan xwepêşandanan dîmeneke nexweş derdikeve holê ku ciwan gel tên binçavkirin, di heman demê de hinek dezgehên ragihandinê ji aliyê hikumeta Başûr ve tên girtin tevî vê yekê jî rojnemevanên ku êşa gelê xwe radigihînin ji aliyê asayîşa hikumeta Başûr ve tên binçavkirin û bi imzekirina belgên neşopandina xwepêşandanên gel serbest tên berdan.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo ji ajansa me re axivî.

Seydo bûyerên ku li herêma Başûrê Kurdistanê derdikevin holê wiha nirxand: "Dîmenên nexweş derdikevin ev bûyer bi çi rengî dibe bila bibe, pêwîst e rê li ber rojnamevanan neyê girtin, rojnemevan karekî wî heye ku van bûyeran bişopîne, rojnamevan li gorî zagonan dixebitin, ez bawer nakim jî kesê rojnamevan ne li gorî zagonan li başûrê Kurdistanê dixebitin."

Seydo wiha pê de çû: "Lê bigihîne asta ku buroyê ragihandinê bên girtin û di heman demê de rojnamevan jî bên binçavkirin,  ev yek çihê mixabiniyê ye ji bo civaka rojnamegeriyê."

`DI ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ DE EV YEK BINPÊKIRIN E`

Li ser mijara ku asayîşa hikumeta Başûrê Kurdistanê dihêlin ku rojnamevan li ser belgeya ku careke din xwepêşandanan neşopînin imze bikin Seydo wiha domand: "Ev yek li dijî azadiya ragihandinê ye, ragihandina ku roleke xwe di nava van bûyeran de dilîze ta ku rastiya tiştê heyî derbixîne holê."

Her wiha Seydo da zanîn ku heke ev bûyerên ku di heqê rojnamevan de tê kirin bi rengekî rast be jî, di zagonên navneteweyî de ev yek binpêkirin e di heqê rojnamevanan de û wiha domand: "Tiştekî ku rojnamevan neçarî imzekirina li ser neşopandina bûyeran bike, li tevahî dinyayê tune ye."

Hevserokê Yetkiya Raghiandina Azad Bengîn Seydo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew bi hêvî ne ku di zûtirîn demê de saziyên têkildarî parastina mafên rojnamevanan yên li herêma Başûrê Kurdistanê dimînin mijara rêgirtina li ber rojnamevanan her wiha binçavkirina wan, çareser bikin. Di heman demê de bûyerên ku hatin rû dan ji nû ve bên sererastkirin.

ANHA