​​​​​​​Hevkarî û rikeberiya Rûsya û Îranê li Sûriyê

Di têkiliyên rûsî-îranî yên li ser qada Sûriyê de nixumandinek heye. Li gel wê jî nîqaş li ser rikeberî û agahiyên der barê erka Rûsyayê ya bidawîkirina serweriya Îranê de hene. Bi wê re pirsên girîng ên girêdayî bandora wê li ser aloziya Sûriyê û pêşeroja têkiliyên her du welatan derdikevin holê.

​​​​​​​Hevkarî û rikeberiya Rûsya û Îranê li Sûriyê
17 kanûn, 2020   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN - AZAD SEFO

Di vê dawiyê de nîqaşên li ser rikeberiya rûsî-îranî li qada Sûriyê zêde bûn, her wiha berpirsên hikumeta Şamê vê yekê vedişêrin û hewl didin hevsengiyekê di têkiliyên her du piştevanan de çêkin.

DESTPÊKA ALOZIYA SÛRIYÊ Û DESTWERDANA ÎRANÎ-RÛSÎ

Bi destpêkirina krîza Sûriyê, rikeberiya dewletên rojavayî Rûsyayê li qada Sûriyê zêde bûn, bi taybet piştî hilweşîna rejîma serokê lîbyayî Muemer Qedafî. Her wiha dewletên rojavayî piştevaniya şoreşên Ereban kir, lê Rûsyayê piştevaniya pergalên wan dewletan kir.

Piştî pêşdeçûnên mezin ên ku komên "Artêşa Azad" di 2013’an de pêk anîne û serwerî li gelek bajarên Sûriyê kiriye, Îranê bi hêz destwerdan kir, endam û çekên xwe anîn Sûriyê. Lê vê yekê pêşdeçûna komên çekdar nesekinand, komên çekdar heta bi naverasta paytexta Şamê çûn.

Van pêşdeçûnan hişt ku Rûsya bi leşkerî di dawiya Îlona 2015’an de destwerdan li krîza Sûriyê bike. Destwerdana Rûsyayê li Sûriyê, piştî serdana fermandarê Feyleqa Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî ji Rûsyayê pêk hat. Bi wê re Suleymanî karî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û wezîrê parastinê Sergey Şoygu îqna bikira ku destwerdana li Sûriyê pêwîst e. Ji ber wê demê hikumeta Şamê derbeyên mezin ji komên çekdar li welat dixwarin.

DESTPÊKA TÊKILIYAN

Pêngava yekemîn a destpêkirina têkiliyên di navber Moskov û Tehranê ya ku li ser xaka Sûriyê pêk hatine, di 2016’an de bû. Her du aliyan li ser avakirina navendeke leşkerî û ewlehî ya hevbeş li Sûriyê li hev kir, da ku şêwirên leşkerî û ewlehî pêşkêşî hikumeta Şamê, komên Îran û Rûsyayê bike.

Piştre pêngaveke duyemîn a îmzekirina hevpeymanekê bi 21 milyon dolar têkildarî çek û alavên leşkerî di Çileyê de pêk hat.

Êdî piştî Rûsyayê destwerdan kir, karê wê û yê Îranê ji hev hatin veqetandin. Li gorî vê yekê, Îran rola wê girêdayî leşkerkirin, perwerdekirin, belavkirna hêzê li ser erdê û rêxistina xebata gihandina pereyên ku ji aliyên cuda digire, bigihîne hikumeta Şamê. Lê rola Rûsyayê girêdayî hûrgiliyên bûyerên dosyaya Sûriyê di aliyê pergala siyasî ya Sûriyê de bû.

RÛSYA

Siyaseta Rûsyayê li Sûriyê mîna bersiveke li hember nehiştina DYA’yê ya Rûsyayê ji cihgirtina di pergala navneteweyî de bû. Li aliyekî din jî da ku peyamekê bide kesên dixwazin hevbendiyan bi hêzên mezin ên li derveyî cîhana rojavayî re çêkin ku dikarin pişta xwe bidin Rûsyayê.

Ji destpêka destwerdana Rûsyayê ve, ajoyên sînordar hebûn. Ji ber Sûriyê jê re derfetê vedike ku xwe bigihîne ava germ. Lê belê eşkere ku bi rêya helwestên xwe yên berê qebûl dike ku bibe hevkarê di pergala navneteweyî û çareserkirina aloziya Sûriyê de. Her wiha gengaz e ku Beşar Esed li gorî peymanên berjewendiyên wê, were guhartin. Bi wê re jî Rûsyayê hişt ku Îsraîl gelek derbe û bombebaranan li hundirê Sûriyê pêk bîne, bêyî ku nerazîbûna xwe li hember wan êrişan nîşan bide.

Di şêweya pergal û dewletê li Sûriyê de, Rûsya tu piştevaniya fikrekê jî nake. Lê belê her tim piştevaniya Beşar Esed di merheleya guhartinê de dike. Lê aliyekî din jî piştevaniya berdewama saziyên dewletê, vekişîna hêzên biyanî û çeteyan ji Sûriyê di merheleya bê de dike û xebata li ser kontrola li Sûriyê piştî rejîma Beşar Esed dike.

ÎRAN

Îranê di destpêka krîzê bi çavên berjewendiyan li rewşa Sûriyê temaşe kir, her wiha di herêmên ku derbas bûye de, fikra şîe belav dikir. Ji destpêkê ve hewl da parastina Beşar Esed li Sûriyê bike û qedexe kir ku komên Îxwan El-Muslimîn bigihînin desthilatê.

Îran her dixwaze li Sûriyê aloziyê çêke û li dijberî her helwesteke Kurdan de, her wiha girîngiyê dide berdewama rejîma siyasî û kesayeta Beşar Esed an jî çi kesê ji derveyî etnîka sunnî. Her wiha piştevaniya domandina saziyên dewletê dike, lê vekişîna hêzên biyanî û çeteyan ji Sûriyê bi dereng dixe, heta ku cihê xwe li Sûriyê mîsoger bike.

XALÊN HEVBEŞ Û NAKOK

Rûsya û Îran li Sûriyê li ser gelek nuqteyên hevbeş û kêm li hev dikin; ew jî şerkirina çi komek an jî çalakiyeke li hundirê Sûriyê ya bi rengê îslamiyetê, heta ku ne di lîsteya terorê de be jî. Anku li dijî komên bi piştevaniya dewleta Tirk li Sûriyê ye, di serî de jî Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra ya berê) ye.

Rûsya xebata li ser qelsbûna îhtîmalên derketina hêzên îslamî li Qefkasyayê kir, da ku aramiya wê nekeve xetereyê. Lê belê girêdayî şêweyê rejîma siyasî û berdewama rejîma Beşar Esed ev yek armanca Îranê ye, lê ji bo Rûsyayê zêde ne girîng e.

Îran dibîne ku derxistina çekdaran ji Sûriyê jê re zirarek e. Ji ber ku dê piranî  bibin sunnî, bi taybet ji ber rewşên li Iraqê ber bi hevsengiyekê li ser asta siyaseta derve ya Iraqê diçe.

Der barê mezinbûna hevkariyê de, ew girêdayî koordînaya rolan a bi çavdêriya Rûsyayê û xwesteka Rûsyayê ya serweriya li Sûriyê û berfirehkirina kontrola xwe ye. Li vir jî armanca Îranê bi Rûsyayê re dibe nakok. Ew jî çandina aloziyê ye, bi wê re armanca her du dewletan li Sûriyê dijber in.

Nakokiya Îranê bi Rûsyayê re, sedema xwe Îsraîl e. Her wiha li gorî rayedarên Îranê, Rûsya rojekê li gel Îranê li hember Îsraîlê nesekinî. Cîgirê berê yê wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Cabirî Ensarî yên di Adara borî de vê yekê piştrast dikin. Her wiha Ensarî got di navbera Tehran û Moskovê de li ser Îsraîlê nêrînên dijber hene. Di heman demê de jî berjewendiyên hevbeş ên bi Rûsyayê re li Sûriyê hene.

Rûsyayê înkar nekir ku li dijî ajandeyên Îranê yên li hember Îsraîlê li xaka Sûriyê ye. Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Rybakov got Îran ne hevalbendê Rûsyayê ye û welatê wî bi çi rêbazî li ser girîngiya tedbîrên ji bo garantiya ewlehiya bihêz a Îsraîlê paşguh nake û ev jî di armancên destpêkê yên Rûsyayê ye.

DERA

Tevî kêmbûna nakokiya li parêzgeha Dera û pêkanîna ewlehiyê li başûrê Sûriyê piştî serweriya hêzên hikumeta Şamê li herêmê di Tîrmeha 2018’an de, lê nakokiyeke veşartî li herêmê ji destpêka Gulanê ve di navbera Rûsya ji aliyekî ve, îranî, komên Hizbullah û hikumeta Şamê ji aliyekî din ve derketin. Sedema nakokiyan jî, zêdekirina herêmên serweriyê ye.

Rûsya di dema borî de, roleke mezin di nehiştina hêzên hikumeta Şamê ya êrişkirina Derayê de list. Her wiha piştî binkeftina tevahî dan û standinên di navbera hikumeta Şamê û welatiyan de, Rûsya ji şêniyên Derayê re got tev li komên Rûsyayê yên çekdar bibin.

Di demekê de ku Rûsya hewl dide nakokiyê li herêmê kêm bike, Îran hewl dide hikumeta Şamê êrişeke leşkerî li dijî Derayê pêk bîne. Herêmên başûrê Sûriyê ji bo Îranê girîngiya xwe ya stratejîk mezin e. Bi wê re Tehran hewl dide cihekî ji xwe re li nêzî sînorê bi Îsraîlê re çêke. Ew jî ji bo Îranê, heke Îsraîlê êrişî wê kir, kaxiza fişarê ye. Lê Moskov li dijî vê yekê ye.

Di vê nakokiyê de, tu şerekî leşkerî yê çekdarî yê mezin rû neda, lê belê tenê nakokiyên der barê rêvebirina herêmê û dabeşkirina serweriyê de hebûn. Bi wê re jî gelek fermandarên hikumetê yên aktîf li herêmê hatin qetilkirin û serweriya desthilata Îranê fireh bû, ew jî bi rêya avakirina baregehên leşkerî li herêmê. Ev yek jî xelekeke nû dest pê kir û derbe li berjewendiyên di navbera Rûsya û Îranê de ya nexşeya belavkirinê li başûrê Sûriyê xist.

DÊRAZOR

Bajarê Dêrazor û Bokemalê meydaneke sereke ji bo Îran ji 2017’an de ye. Îran ji bo girêdana çalakî û torên ji Iraqê ber bi Bokemalê ya li ser sînrorê Sûriyê û Iraqê û ji aliyê rojava ve ber bi Lubnanê ve girîngiyê dide vê herêmê. Da ku ev herêm jê re ji bo piştevaniya kiryarên wê li Sûriyê û avakirina xeta Kevana Şîe li herêmê bibe alîkar, ew jî ji Dêrazor heta bi sînorê Sûriyê û Iraqê de ye.

Rûsyayê jî piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê lez kir ku li hin beşên Dêrazorê yên ku tê de pasdarên Îranê û komên girêdayî Îranê li gelek gundan hene, serwer be. Her wiha di destpêkê de jî cihên stratejî mîna balafirgeha leşkerî dabîn kir.

Xeleka nakokiya rûsî-îranî li Dêrazorê û Bokemalê di 25’ê Gulana 2020’an de dest pê kir, ew jî piştî ku serokê Rûsyayê, balyozê Rûsyayê Alexander Yefimov li Sûryê wek nûnerê serokatiyê yê taybet ji bo pêşdeçûna têkiliyên Rûsya bi Sûriyê erkdar kir, pêk hat.

Ev pêngava Rûsyayê piştre hat diyarkirin, armanca wê Îran bû. Her wiha Rûsya bi rêya erkdarkirina nûnerê serokatiyê hewl dide fişarê li Esed bike û bandora Îranê li siyaseta Sûriyê bi rêya çavdêriya rojane li reftarê Esed û agahdarkirina Kremlinê bi tevahî hûrgiliyên wî, kêm bike.

Îran der barê serweriya Rûsyayê li ser bingehên aborî li Sûriyê zirar dît, bi taybet li peravê yê ku bi projeya Îranê li herêmê ve girêdayî ye. Her wiha hewldana Rûsyayê ya xurt a serwerîkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku ew jî herêmên ku Îran dixwaze bi rêya wan derbasî Deryaya Spî be, zirar dît.

Rûsyayê bi xurtî li hember mezinbûna hêza Îranê li Dêrazorê li ber xwe neda, ew jî dibe ku ji ber paşdexistina nakokiyên hundirîn ên Şamê bi Îranê re bin. Lê bi wê re, ihtîmala nakokiyekê heye.

Di Nîsanê de, Rûsyayê dewriyeyek li Meyadînê bi rê ve bir, bi vê yekê Rûsyayê nameyek da komên Îranê ku ew hewl dide serweriyê li ser petrola li başûrê welat bike, mîna zeviya Werd. Bi wê re jî Moskov hewl dide serweriya Tehranê li başûrê Bokemalê qels bike. Ji ber ku li wir çekdarên Lîwa Fatimiyon û Ketaib Hizbullah bi hejmareke mezin hene.

Li aliyekî din jî Îranê, Rûsya bi topbarana navenda wê ya leşkerî û nuqteyên li Bokemalê tawanbar kir. Li gel wê de jî nuqteyên Rûsya û Îranê yên li Dêrazorê rastî gelek êrişan hatin û tu kesî hilnegirt ser xwe û ev yek jî hişt bêbawerî di navbera her du aliyan de zêde bibe.

Gumanên Moskovê di 2017’an de dema generalên payebilind ên ku Rûsya destekê dide wan di nava hikumeta Şamê de Îsam Zehredîn û Suhêl Hesen (Nimir) hatin hedefgirtin.

Ev nakokî, bi derbeyên Îsraîlê yên li dijî armancên Îranê û Lubnanê yên girêdayî Hizbullah li Sûriyê zêde bûn. Hê jî Îranê li ser Dêrazorê hakim e û berjewendiyên wê li wir têk neçûn. Lê belê derbeyên bênavber li dijî hêz û wekîlên wê hişt ku nuqteyên xwe di hin caran de biguher û bi wê re zirarên leşkerî yên mezin çêbûn.

Lê heke Rûsya xwest, dikare derbeyên Îsraîlê yên li dijî Îranê qedexe bike. Lê belê çav jê re digire. Lê çi niyetên Moskovê hebin, paşguhkirina wê li vê eniyê hişt ku nakokiyên bi Tehranê re zêde bibin.

Rûsya, piştî kuştina fermandarê Feyleq Quds ê Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Desteya Heşd El-Şebî ya iraqî Ebû Mehdî El-Muhendis di destpêka Çileya îsal de, hewl dide derfeta rêvebirinê wergire. Ev yek bi serdana Pûtîn ji Şamê re hat piştrastkirin.

Girêdayî mijarê, Lêlokînerê Siyasî û Pisporê Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Muete Dr. Îyad Mecalî wiha got: " Tevî hevalbendiya rûsî-îranê ya ku di çarçoveya hevkariyê de berdewam kir, rikeberiyên her du aliyan di pêkanîna armancên xwe de veneşartin. Ev yek jî girêdayî armanca herdu rejîman û berjewendiyên wan li Sûriyê ye. Lê diyar e ku pêşdeçûnên li herêmê, hişt ku Îran û Rûsya li Sûriyê tevî nakokiyên girêdayî rewşa meydanî û danehevên siyasî, hewayekê ji xwe re çêkin."

 ‘ÎRANÊ LI SÛRIYÊ SIYASETA BERFIREHKIRINÊ BI RÊ VE BIR’

Dr. Mecalî wiha domand: "Îranê di vê aliyê de, siyaseta berfirehkirinê li Sûriyê pêk anî, li gel wê jî piştevaniya avakirina daneyên siyasî di çarçoveya îstîsmarkirina îdolojiyê li pêşdeçûnan de, da ku gelek aliyên herêmê bihewîne, kir. Ew jî li gorî mekanîzmaya wê ya stratejî pêk hat, wê jî piştevaniyeke mezin di sînordarkirina tevgerên rûsya-tirkî li Sûriyê de kir."

Dr. Îyad Mecalî da zanîn ku têkiliyên îranî-rûsî bi hev re li ser hevkariya siyasetên xwe li hember tevahî astengiyên li erdnîgariya Sûriyê dixebitin, da ku berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî pêk bînin û wiha domand: "Her wiha bi wê re li ser doza Kurd hevalbendî û lihevkirin hene, bi hev re li ser qedexekirina avakirina dewleteke Kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin. Bi wê re jî ev têkilî xurt dibe, piştre xwestek li ser kêmkirina bandora opozîsyona Sûriyê û rola DYA’yê li Sûriyê pêk tê."

Dr. Mecalî piştrast kir ku formîleya vê têkiliya di navbera Rûsya û Îranê de, li pêş her du aliyan bihaneyan zêde dike, da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê mezin û berfirehtir bikin.

Dr. Mecalî bi bîr xist ku Moskovê gelek dosyayên Sûriyê bi kar anîn, da ku tevgera Îran û Tirkiyê li Sûriyê qels bike, bi taybet tevahî dosyayên Sûriyê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ne.

Dr. Îyad Mecalî got têkiliya her du aliyan diyalektîkek e û hevgirtina li aliyekî eşkere dike û ev yek jî girêdayî daneyên meydanî û pêşdeçûnên siyasî ya tevahî aliyan e û wiha pê de çû: "Lê divê dosyaya aborî û destkeftiyên aliyan ji petrola Sûriyê û gazê neyê dûrxistin, her wiha fişarkirina siyasî li ser asta hêza aktîf li herêmê."

(fr)

ANHA