Mam Beşîr wê sibê li Şengalê bê oxirkirin

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) wê li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd berxwedan bê Oxirkirin.

Mam Beşîr wê sibê li Şengalê bê oxirkirin
16 kanûn, 2020   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê koOrdînasyona Civaka Êzidî, Mam Beşîr di 14’ê kanûnê de ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da û gihişt asta şehadetê. di vê çarçoveyê de Komîteya Amadaker a Mersimê Bernama Mersimê Ragehandin û Bang li Tevahiya Civaka Êzidî hate kirin, xwedî li Keda Mam Beşîr derkevin û di roja Mersimê de ame bibin û mam Xwe li ser axa pîroz a çiyayê Şengalê oxir bikin.

BERNAMA MERSIMÊ WIHAYA.

Roja Pêncşemê (Sibe) bi Karwanekî Wesayîtan di Saet 10'an de cinaze ji Bajarokê Xanesorê ber bi Şehîgha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan wê bi rê bikin û bi Merasîmeka bi Heybet wê Mamê Civaka Êzidî bê Oxirkirin.

Di hemandan Rojê de li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan konê Sersaxiyê were vedan, li gorî rê û rismên Ola Êzdiyan wê ji bo 5 rojan konê sersaxiyê dewam bike.