Şêniyên Kobanê banga yekitiya niştîmanî kir

Gelek şêniyên Kobanê tevgerên PDK`ê li herêmên Parastina Medya nexasim êrişa li dijî hêzên Gerîla şermezar kirin. Her wiha bang li partiyê kirin ku dev ji siyasetên xwe yên li dijî doza Kurd berde û banga pêkanîna yekitiya nîştimanî kir.

Şêniyên Kobanê banga yekitiya niştîmanî kir
16 kanûn, 2020   07:18
KOBANÊ

Di 13`ê mehê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî hêzên Gerîla kirin, di encamê de 3 şervan birîndar bûn.

Piştî bûyerê, gelek bertek û nerazîbûn li dijî tevgerên PDK`ê nexasim komkirina hêzên xwe li herêmên Parastina Medya derketin.

Şêniyên bajarê Kobanê rave kirin ku ew êrişa li dijî hêzên Gerîla red dikin û banga rawestandina tevger û siyasetên li dijî doza Kurd û yekitiya nîştimanî kirin.

Şêniyê bi navê Ehmed Selah destpêkê tevgerên PDK`ê şermezar kirin û got: “Ew tevger şaş in û li gorî ajandeyên dewleta Tirk in.”

Selah bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî şerê birakujiyê ku xizmeta berjewendiyên dijminan dike, bisekinin.

Selah wiha domand: “Divê malbata Barzanî berjewendiyên xwe bi dijminan re pêk neyne. Divê hêzên Pêşmerge li dijî kurdan nesekine û berjewendiya dewleta Tirk neyne cih.”

Di dawiyê de Ehmed Selah bang li aliyên Kurd kir ku bibin yek, ji ber ku heke nebûn yek wê bi bin bikevin û got: “Êdî bes e parçebûn.”

Şêniyê bi navê Fadil Mihemed Osman diyar kir ku ew şerekî birakujiyê ku berjewendiyên dijminên Kurdan tîne cih, red dikin û wiha pê de çû: “Em yekitiyê dixwazin, ji ber ku pêwîstiya gelê me di vê demê de bi yekitiyê heye da ku biratiya gelan pêk were.”

Mihemed bal kişand ser azarên ku gelê Kurd li Şengal û Kobanê kişandine û got: “Piştî ewqas êş û dagirkirina herêmên me ji hêla dewleta Tirk ve, divê hêzên siyasî û leşkerî li hemberî dijminên Kurdan bibin yek.”

Şêniya bi navê Ayşe Xelîl jî got: “Em şerekî birakujiyê naxwazin. Em yekitiyê dixwazin. Divê raya kurdî li Kurdistanê û cîhanê yek be.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/K4K5-LTaccI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>