Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn; biryara NY’yê dibe sedema kêmbûna derman û xizmetguzariyên şêniyan

Gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê, diyar kir ku sedema kêmbûna dermanan biryara NY’yê ya girtina tevahî dergehên sînor û zêdebûna serdanên şêniyan e.

Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn; biryara NY’yê dibe sedema kêmbûna derman û xizmetguzariyên şêniyan
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn; biryara NY’yê dibe sedema kêmbûna derman û xizmetguzariyên şêniyan
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn; biryara NY’yê dibe sedema kêmbûna derman û xizmetguzariyên şêniyan
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn; biryara NY’yê dibe sedema kêmbûna derman û xizmetguzariyên şêniyan
Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn; biryara NY’yê dibe sedema kêmbûna derman û xizmetguzariyên şêniyan
16 kanûn, 2020   07:47
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kir, şênî bi awayekî mezin berê xwe dide Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê, ew jî ji ber xebata wê ya berdewam û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re bê pere ye.

Digel şer û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê, azarên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gelek aliyan de zêde dibin, ew jî bi sedema dorpêçê û girtina dergehê Til Koçer e. Deriyê Til Koçer ji ber Rûsya û Çînê di Konseya Ewlekariyê li dijî mekanîzmaya gihandina alîkariyên navneteweyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di destpêka îsal de, veto kir, hat girtin.

Di vê dawiyê de di navbera şêniyên Til Temir de hat belavkirin ku nexweşxane azarên kêmbûna derman û pêşkêşiya xizmetguzariyên tenduristî ji nexweşan re dikişîne, der barê vê yekê de endamê rêveber ê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Hesen Emîn li ser sedemên kêmbûna derman axivî.

Emîn da zanîn ku Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê, çar deveran dabîn dike û wiha got: "Piştî dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê, piranî koçber li gundewarên Til Temirê bi cih bûn. Bi wê re jî hejmara serdanên li nexweşxaneyê zêde bûn. Her wiha di nexweşxaneyê de gelek beşên girîng hene, tevahî xizmetguzarî û derman bê pere ne."

Ji ber xizmetguzariya nexweşxaneyê ji şêniyan re bê pere ye, gelek şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê serdana nexweşxaneyê dikin. Bi wê re jî zextek li ser nexweşxaneyê çêdibe û hin caran derman kêm dibe.

Emîn wiha domand: "Tevî ku me gelek derman anîn, lê hin dermanên êşê, birîndarî û radyolojiyê kêm in."

Hesen Emîn behsa sedema kêmbûna dermanan li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn kir û wiha got: "Piştî biryara NY’yê ya girtina dergehên bi ser herêmê ve, li tevahî nexweşxaneyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç heye."

Emîn diyar kir ku ew dermanên xwe ji Heyva Sor a Kurd werdigirt, lê bi sedema girtina deriyê Til Koçer alîkariyên ji aliyê rêxistinan ji Hevya Sor re kêm bûn. Bi wê re jî derman kêm bû.

Emîn piştrast kir: "Biryara NY’yê ya girtina deriyê Til Koçer bandoreke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi taybet di aliyên tenduristiyê de. Ji ber alîkariyên navneteweyî û tenduristî ji deriyê Til Koçer digihaştin nexweşxaneyên herêmê û Heyva Sor a Kurd re."

Hesen Emîn di dawiyê de bang li tevahî rêxistinên mirovî û tenduristî kir ku piştevaniya guncaw pêşkêş bikin û fişarê li aliyên navneteweyî bikin ku dergehan vekin. Da ku pêdiviyên gelên li herêmê li ser tevahî astan, dabîn bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/fVMDdhFC3cA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>