'Çareserkirina aloziya li Rojhilata Navîn di paradîgmaya rêbertî de ye'

Şêniyên Helebê yên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan gotin, însiyatîfên ku rêbertî di destpêka salên 90'î û heta niha pêşkêş kiriye nakeve xizmeta berjewendiyên dewletên kapîtalîst ji ber vê yekê li dijî wê sekinîn. Şêniyan destnîşan kir projeya neteweya demokratîk ji bo hemû krîzên Rojhilata Navîn çareserî ye.

'Çareserkirina aloziya li Rojhilata Navîn di paradîgmaya rêbertî de ye'
16 kanûn, 2020   03:07
HELEB – ARIF SILÊMAN – HENAN MIHEMED

Dema ku rêber Abdullah Ocalan li Helebê bû, derfet bi dest gelek kesan ket ku wî bibînin. Di wê demê de rêbertî projeya aştiyê di navbera partiyên kurdî de pêşkêş kiribû da ku yekitiya xwe ava bikin.

Ehmed Elîko (Bavê Bengîn) ji gundê Badîna yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Sala 1986'an bi rêya hevalê xwe Yasîn Qentera Tevgera Rizgariya Kurdistanê dinase û gelek caran bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Hevdîtina yekemîn sala 1988'an li taxa Eşrefiyê ya Helebê bû.

ROLA ÎXANETÊ DI ÎNKARKIRINA HEBÛNÊ DE

Elîko têkildarî hevdîtina xwe ya yekemîn de wiha parve dike: "Ez bi fikir û felsefeya rêberî gelek bi bandor bûm. Rêbertî her tim qala dîroka xiyanetê dikir a ku heya niha nehişt ku gelê Kurd mafê xwe bistînin. Her wiha behsa rola ferd di parastina ziman û çanda xwe ji windabûnê dikir. Ji ber vê yekê min biryar da ku ji wisa zêdetir tev li vê tevgerê bibin. Min du meh û nîvekê li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Sala 1989'an heya 1990'an ji bo rêxistinkirina gel wekî rêveber li Helebê hatim erkdarkirin."

Elîko bi domdarî got: "Rêbertî her tim behsa girîngiya pêkanîna yekitiya kurdî dikir û bi sedema îxanetê li dijî wan komkujî, qetilkirin û ferman pêk hatin. Her wiha qala xiyaneta Hesen Xeyrî Beg, Peymana Lozanê dikir. Digot, Xeyrî Beg digot Kurd parçeyek ji netewa Tirk in û dixwazin di netewa wê de bimînin, ji ber vê yekê dewleta Tirk a nû hat avakirin û mafên kurdan tê de hatin paşguhkirin."

Şêniya bi navê Jiyan Berkel, destpêka 1988'an îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan nas dike û tev li xebatên "Cebhewî" dibe. Tevî zextên hikumeta Şamê, lê xebata xwe ya ji bo belavkirina ramanên rêbertî ranewestand.

Jiyan Berkel gelek caran bi rêbertî re civiya, cara yekemîn sala 1990'î di civînekê de li taxa Şêmeqsûd bû.

Jiyan, axaftinên rêbertî yên di civînê de bi bîr tîne û diyar dike ku rêbertî behsa rola jin, zilm û zordariya rejîmên desthilatdar ên li dijî jin kir, her wiha li ser rola jinan di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ku rê li pêşiya wê vekir ku banga mafên xwe yên hatiye çewisandin bike, axivî.

Jiyan Berkel got: "Rêbertî girîngiya yekitiya netewî û yekitiya hemû partiyên kurdî li tevahî Kurdistanê destnîşan kir, her wiha got, heger civakek bixwaze bigihêje azadiya xwe divê dengê xwe bike yek da ku banga maf û xaka xwe bike, vîna yekbûyî û yek deng ew bandorê li tevahî cîhanê dike."

Jiyan destnîşan kir ku rêbertî sala 1993'an heya 1998'an ji bo yekitiya xaka Kurdistanê û naskirina nasnameya kurd di navbera hemû gelên cîhanê û dayîna çareseriyan ji doza Kurd re însiyatîfa aştiyê ragihand û wiha domand: "Bi Celal Talabanî û dewleta Tirk re însiyatîf ragihand, lê bê encam bû, ji ber ku berjewendiyên dewletên kapîtalîst dikir armanc, lew ra li dijî wî komployeke navneteweyî hate pêkanîn û hat girtin."

'ÇARESERKIRINA ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN DI PARADÎGMAYA RÊBERTÎ DE YE'

Jiyan destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a ku rêbertî pêşkêş kiriye dê ji krîzên li Rojhilata Navîn re bibe çareserî, tevahî pêkhateyên Rojava projeya neteweya demokratîk esas girtine.

Jiyan Berkel axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Paradîgmaya rêbertî ya ji bo çareserkirina krîza Rojhilata Navîn nakeve xizmeta dewletên kapîtalîst, ji ber ku ev proje xeterî li ser wan e."

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/P_rTGHFP-3I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>