​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê: Ji bo parastina destkeftiyan divê em bibin yek

Şêniyên navçeya Girkê Legê gotin divê her kesek ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava mala xwe veguherîne dibistanekê û bi rêya perwerdekirinê xwe û welatê xwe ji êrişên fikrî û leşkerî biparêze.

​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê: Ji bo parastina destkeftiyan divê em bibin yek
16 kanûn, 2020   02:23
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Ligel şertên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe nexasim piştî sepandina Rêveberiya Xweser û rêgeza jiyana hevbeş, dewleta Tirk hewl dide fîtneyê derxe û li ser asta fikrî êrişî civakê û nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Şêniyên navçeya Girkê Legê destnîşan kir ku divê hemû xwe biparêzin, ne tenê bi rakirina çekan lê belê bi rêya parastina nirx û destkeftiyên şoreşa Rojava.

Şêniyê bi navê Feysel Kerho got: “Parastin ne tenê tê wateya rakirina çek, lê belê tê wateya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava. Divê em têbigihêjin van nuqteyan ji ber ku heke em wan paşguh bikin, em ê destkeftiyên ku me di şoreşa Rojava de bi dest xistine, winda bikin.”

Karho wiha domand: “Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ziman û çanda xwe parast. Me têkiliyên di navbera gel û pêkhateyan de xurt kirin. Ji bo wê gelek civîn û panelên girêdayî hevgirtinê li dar ketin. Zarok bi zimanê dayîkê fêrî xwendinê dibin û pê diaxivin. Em hewl didin çand û ziman biparêzin. Lewra ji bo parastina çand û ziman hevgirtin pêwîst e, ji ber ku bê ziman tu rol û qîmeta me di civakê de namîne.“

Karho diyar kir ku ji bo xweparastinê, pêwîst e civak ji aliyê aborî ve pêşkeve û xurt bibe, lewra gelek projeyên aborî û kargeh hatin vekirin û ji bo pêkanîna xwetêrkirinê li herêmê gelek projeyên çandiniyê hatin pêkanîn.

Şêniyê bi navê Mihemed Salih ê ji şêniyên navçeyê jî got: “Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe li dijî herêmên me hewl dide fikr, çand, siyaset û civaka me tune bike. Ji ber wê divê em hişyar bin û xwe ji wan êrişan biparêzin. Ev yek jî bi rêya lidarxistina panelên fikrî, civînan û sepandina jiyana hevbeş, biratiya gelan di nava pêkhateyan de pêk tê. Divê em fikrên xwe pêş bixin da ku civaka xwe biparêzin.”

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Îbrahîm Newaf wiha axivî: “Divê em xwe ji êrişên fikrî û leşkerî biparêzin. Nexasim xweparastina ji dewleta Tirk a ku hewl dide fîtneyan di nava me de biçîne.”

Newaf gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Suryan, Kurd û Ereb, divê bibin yek û piştgiriya hev du bikin da ku li hemberî dewletên ku dixwazin fîtneyê di nava me de belav bikin bisekinin.”

(şx)

ANHA