ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 12-2020`AN
16 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê li dijî peymana PDK û Bexdayê ya li derbarê Şengalê de meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan bi diruşmeya "Şehîd pêşengên manewî yên şoreşa me ne" pêşangehekê ji bo zarokên şehîdan li qada Şehîdan a beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha MSD'ê ya Helebê panelekê li ser bendên tundiya siyasî li taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê mixabiniya xwe li hember êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên wan nîşan da û da zanîn ku aliyên garantor berpsiyar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Helebê yên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan gotin, însiyatîfên ku rêbertî di destpêka salên 90'î û heta niha pêşkêş kiriye nakeve xizmeta berjewendiyên dewletên kapîtalîst ji ber vê yekê li dijî wê sekinîn. Şêniyan destnîşan kir projeya neteweya demokratîk ji bo hemû krîzên Rojhilata Navîn çareserî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Girkê Legê gotin divê her kesek ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava mala xwe veguherîne dibistanekê û bi rêya perwerdekirinê xwe û welatê xwe ji êrişên fikrî û leşkerî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Nexweşxaneya "Şehîd Lêgerîn" a Til Temirê diyar kir ku sedema kêmbûna dermanan biryara Neteweyên Yekbûyî ya girtina hemû deriyên sînor e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo şermezarkirina qutkirina avê li ser bajarê Hesekê daxuyaniyekê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Minbicê semînrekê li ser tundiya siyasî ya li dijî jin dide, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Cîgirê Hevseroaktiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm got: "Peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de ya têkildarî Şengalê amadekirina fermaneke nû ye, ku ev ferman bi qanûnan tê pînekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hediye Şemo diyar kir ku civaka êzidî karî li hember azarên xwe bisekiniya, Rêveberiya Xweser ku nûnertiya pêşeroja wan dike, ava bikira û parastina ol û nasnameya xwe ya çandî bikira û wiha got: "Lê ev destkeftî bi kêrî hin aliyan nehatin, ji lew re bi wê re jî hewl didin ji nû ve civaka êzidî jev bikin û hilweşînin."

-Gelek şêniyên Kobanê tevgerên PDK`ê li herêmên Parastina Medya nexasim êrişa li dijî hêzên Gerîla şermezar kirin. Her wiha bang li partiyê kirin ku dev ji siyasetên xwe yên li dijî doza Kurd berde û banga pêkanîna yekitiya nîştimanî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê çalakiyekê ji bo zarokan li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê bi beşdarbûna 100 kesî dewreyên perwerdeyê yên muzîkê wênesazî, stran û dîlanan vekiriye. Rêveberên navendê diyar kirin ku armanca parastin û dewlemendkirina çanda kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê diyar kir ku xerçkirin û bikaranîna zêde ya kehrebeyê sedema qutkirinê ye û bang li welatiyên Qamişloyê kir ku bibin hevkar û kehrebe zêde xerç nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA