​​​​​​​'Mafê tu kesî tune ye ku Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibeꞌ

Ciwanên herêma Firatê liv û tevgera PDK`ê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê wekî dagirkirina herêma Şengalê bi nav kirin. Ciwanan da zanîn ku mafê tu aliyan tune ye ku Rêveberiya Xweser a gelê Şengalê têk bibin û ew herêmê bi rê ve bibin.

​​​​​​​'Mafê tu kesî tune ye ku Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibeꞌ
15 kanûn, 2020   05:31
KOBANÊ

Gelê Kurd hîn jî liv û tevgera PDK`ê û peymana bi hikumeta Iraqê re ya têkildarî herêma Şengalê, red dikin û dibînin ku PDK`ê li ser hesabên gelê Kurd berjewendiyên xwe dimeşîne.

Hikumeta Iraqê bi piştgiriya Tirkiyê di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de, ragihand ku li Başûrê Kurdistanê têkildarî rêvebirina herêma Şengalê peyman bi PDK`ê re mohr kiriye.

Siyasetmedar destnîşan dikin ku her du aliyên peyman mohr kirine, dixwazin gelê Şengalê têxin bin kontrola xwe û bêy ku li gelê herêmê yê Êzidî vegerin herêmê serwer bikin.

Têkildarî mijarê ciwanên herêma Firatê peyman şermezar kir û piştgiriya xwe ji gelê Şengalê re nîşan da.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê Mihemed Mehmûd destnîşan kir: "Di 2014`an de hêzên ku li Şengalê bûn şênî di nav lepên DAIŞ`ê de hiştin û gerîla bi hewara gelê Şengalê ve çûn, parastina sivîlan ji DAIŞ`ê kirin û bi alîkariya şengaliyan herêm rizgar kirin."

Mehmûd peymana di navbera PDK`ê û hikumeta Iraqê de şermezar kir û piştgiriya xwe ji gelê Şengalê re nîşan da.

Mihemed Mehmûd di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Gelê Şengalê bi hewldanên qirkirinê re rû bi rû man, paşê herêm hate rizgarkirin, şêniyên wê xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya leşkerî ava kir, da ku parastina xwe bikin niha jî PDK`ê û hikumeta Iraqê vê peymanê ji bo serwerkirina Şengalê mohr dikin."

Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an bi êrişên çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû ma, hêzên PDK`ê gelê êzidî hiştin ku ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.

Di encama êrişkirina DAIŞ`ê de, zêdetirî 5 hezar êzidî hatin qetilkirin û revandin, piraniya wan jî jin û zarok bûn.

Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîş a Herêma Firatê Bozan Berkel got ku piştî hêzên cîhanê dev ji gelê Şengalê berda û ew bi êrişên çeteyan re bi rû hiştin, îro dixwazin rêveberiya gelê Şengalê têk bibin û ew û Tirkiye herêmê bi rê ve bibin.

Bozan Berkel di dewama gotina xwe de da zanîn ku nabe tu alî Şengalê bi rê ve bibe yan jî Rêveberiya Xweser a herêmê têk bibe, divê gelê wan ên li Şengalê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe bikin û rê nedin tu aliyan ku Şengalê dagir bikin.

Li gorî çavdêran, sedema van geşedanên li Şengalê rû didin, ew e ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê bi dest xistiye têk bibe û dest deyne ser herêmê. Piştî hemû hewldanên wê yên leşkerî bi bin ketin, dixwaze bi hemû awayan herêmê serwer bike, ji lewra berê xwe da PDK`ê û peyman bi hikumeta Iraqê re îmze kir.

Li aliyekî din Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Tolîn Mihemed axivî û ev yek bi lêv kir: "Em liv û tevgera PDK`ê û îmzekirina peyaman li ser hesabên gelê Şengalê şermezar dikin, divê PDK'ê piştgiriya gelê Şengalê bike û vê siyaseta xwe nebe sedema şerekî navxweyî di navbera kurdan de."

Di di dawiyê de Tolîn Mihemed îşaret pê kir ku ew ji gelê Kurd û cîhanê pêkve re aştiyê û demokrasiyê dixwazin.

(eh)

ANHA