Çavkanî: Misir plana Ixwanan a ji bo pêkanîna projeyan li Kendavê eşkere kir

Çavkaniyan eşkere kir ku saziyên ewlehiyê yên Misirê plansaziyeke koma Ixwan Muslimîn bi koordîneya dewleta Tirk ji bo pêkanîna projeyan li dewletên Kendavê keşif kir.

Çavkanî: Misir plana Ixwanan a ji bo pêkanîna projeyan li Kendavê eşkere kir
14 kanûn, 2020   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiye ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihadn ku piştî lêgerîn û lêpirsînên ku Misirê meşandine, plansaziyek Ixwanan ji bo pêkanîna projeyan di Kendavê de hatiye keşfkirin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku Ixwanan endamên gelek xeternak li Kendavê ava kirine.

Ji lêpirsînên Misirê eşkere bû ku Ixwanan di vê dawiyê de pereyên xwe veguhestine Îranê.

Her wiha hate ragihandin ku piştî lêgerîn û lêpirsînên Misirê dê gelek endamên Ixwanan werin girtin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Qahîrayê dewletên Kendavê bi tevgerên Ixwanan agahdar kirine.

(şx)