Nûçegihanên Bê Sînor: Li cîhanê 387 rojnemavan jin girtî ne

Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor piştrast kir ku rojnemavanên jin bi rêjeya ji sedî 35 ji sala borî zêdetir ji azadiya xwe bêpar mane û hejmara rojnemavanên girtî li cîhanê gihaşt 387 rojnemevanan.

Nûçegihanên Bê Sînor: Li cîhanê 387 rojnemavan jin girtî ne
14 kanûn, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê di raporekê de ku encama salane ya 2020`an eşkere kir, got ku hejmara rojnemavanên jin ên ku ji azadiya xwe bêpar mane  gihaşt 42 jinan. Lê hejmara wan di 2019`an de 31 jin bû. Ev xuya dike ku rêjeya rojnamevanên girtî yên jin îsal bi rêjeya ji sedî 35 zêdetir bûye.

Sekreterê giştî yê rêxistinê Christophe Delaware di daxuyaniyê de destnîşan kir ku jinên ku hejmara wan di vê pîşeyê de zêde dibin, ji girtinê ne dûr in.

Di vê salê de bi gelemperî 17 rojnamevanên jin hatin girtin. Ji nava wan 4 jin li Belarus.

Her wiha li gorî daneyên salane yên rêxistinê, li cîhanê heta dawiya 2020`an hejmara rojnemevanên girtî gihaşt 387`an. Nûçegihanên Bê Sînor di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku hejmara rojnemavanên girtî li cîhanê di asta herî bilind de ye.

Li gorî rêxistinê, di cîhanê de ji aliyê hejmara rojnemavanên girtî ve Sûriyê di rêzê 5 de ye ku tê de 27 rojnamevan hatine girtin. Çîn jî di rêzê yekê de ku tê de 117 rojnamevan hatine girtin, piştre Erebistana Siûdî ya ku tê de 34 rojnamevan hatine girtin, paşê Misir bi 30 rojnamevanên girtî û Viyetnam bi 28 rojnamevanên girtî.

Rêxistinê da zanîn ku binçavkirina rojnamevanan wekî rehîne bi rêjeya ji sedî 5 kêm bûye û eşkere kir ku herî kêm 54 rojnamevan niha li Sûriye, Yemen û Iraq wekî rehîne girtî ne.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku di sala 2020'an de 4 rojnamevan winda bûne û ew ji Rojhilata Navîn, Afrîkyayê li rojhilatê çolistana mezin û Amerîkaya Latîn in.

Nûçegihanên Bê Sînor da xuyakirin ku di sala 2019'an de 389 rojnemavan ji ber sedemên pîşeyî hatine girtin.

(dm)