Nivsîgeha Parastina Zarokatiyê: Em bi hevpeymanên navneteweyî re pabend in

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de piştrast kir ku ew bi pîvan û lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî parastina zarokatiyê re pabend in.

Nivsîgeha Parastina Zarokatiyê: Em bi hevpeymanên navneteweyî re pabend in
14 kanûn, 2020   12:08
ر

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê hewldanên xwe di mijara leşkerkirina zarokan de daxuyanî da.

Nivîsgehê di dauxyaniya xwe de îdîayên hinek dazgehên çapemeniyê yên girêdayî leşkerkirina zarokan li herêmên Rêveberiya Xwese rexne kirin û got: “Di vê dawiyê de hinek dezgehên çapemeniyê mijara leşkerkirina zarokan li herêmên Rêveberiya Xweser bi awayekî nepîşeyî kirin rojevê. Çîroka keçekê ku berê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de bû weşand. Di rêbazê weşanê de diyar dibe ku wan dezgehên çapemeniyê û rûpelên bi guman, bi awayekî cûda mijara leşkerkirina zarokan xist rojevê. Me berê jî ragihandibû ku em li dijî vê diyardeyê ne heta ku di nava hêzên me de be. Lê wan dezgehan bi nêrîneke êrişkirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê tên naskirin, mijar girtin dest.”

Nivîsgehê di berdewama daxuyaniya xwe de pesna hevkariya QSD`ê di vî warî de da û piştrast kir ku ew hewl dide bi temamî vê diyardeyê bi dawî bike û rê nede leşkerkirina zarokan. Nivîsgehê da zanîn ku wê gelek daxuyaniyên fermî girêdayî hejmara zarokên ku hatine leşkerkirin û yên ku jê hatine derxistin dane.

Nisvîgehê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku ji dîroka vekirina nivîsgehê ve û heta vê dîrokê derdora 86 gilî ji herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser hatine ber destê wê û bi awayekî qanûnî bi wan giliyan re didin û distînin.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de ev agahî pare kirin: “Ji bo parastina zarokan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em hewl didin lîsteyekê, rêziknameyekê û stratejiyekê deynin. Ji bo vê yekê em armanc dikin ku qanûnekê ji bo parastina zarokan li herêmê saz bikin. Bi taybet di warên bikaranîna bedenî, cinsî, karkirina zarokan, neçûna dibistanan, tenduristiyê û perwerdeyê de.”

Her wiha Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ew bi hevkariya Rêveberiya Xweser û QSD`ê hewl dide hawîrdoreke rast û durist ji zarokan re ava bike. Lê pêwîstiya vê yekê bi demê heye bi taybet ji ber ku nivîsgeh nû ava bûye, ji bo danîna planên parastina zarokan li herêmê dem pêwîst e.

Nivîsgehê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî hevpeyman û lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî parastina zarokatiyê dixebitin û pabendî wê ne.

(şx)

ANHA