Li sûkên Kobanê qerabalixa şêniyan û metirsiya belavbûna koronayê

Piştî çend rojan ji rakirina qedexeya giştî û pêkanîna qedexeya beşî li herêmên Firatê, li kolanên Kobanê qerabalixeke mezin heye. Ev yek metirsiya belavbûna koronayê careke din derdixe holê.

Li sûkên Kobanê qerabalixa şêniyan û metirsiya belavbûna koronayê
14 kanûn, 2020   08:48
KOBANÊ

Piştî ragihandina bidawîkirina qedexeya giştî û destpêkirina qedexeya beşî li herêma Firatê ji îna borî de, şênî wekî berê li kolanên Kobanê, bêyî pêkanîna tedbîrên xweparastinê, mîna lixwekirina mask û lepekan, digerin.

Di biryara qedexeya beşî ya dawî de hate gotin ku divê sûkên mezin mîna bazar, dikanên bazariyê ji saeta 4’ê berêvarê de werin girtin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku divê tevahî şênî û karkerên Ii saziyên Rêveberiya Xweser maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastinên kesayetî û dûrxistina civakî li tevahî deveran pêk bînin heta ev pandemî bi dawî dibe.

Lê belê li tevahî kolanên Kobanê tevgereke mezin a şêniyan heye, nexasim li kolana Tilel ku sûka herî navdar li bajêr e.

Şênî dibêjin ku pêkanîna tedbîrên xweparastin û pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê pêwîsîtiyek e. Mihemed Bekî ji şêniyê Kobanê wiha got: "Divê tevahî şênî li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigerin û xwe ji cihê qerabalixê biparêzin."

Mihemed Bekî wiha domand: "Hê jî mirov ji berbelavbûna pandemiyê xemsar in û wê ji nedîtî ve dibînin. Ev yek pir şaş e, bi taybet dema em maskan bikar neyînin. Divê çavdêrî di vî alî de li sûkan hebe."

Mihemeda Daban ji aliyê xwe ve dibêje: " Piştî rakirina qedexeya giştî, şênî li sûkan gelek in. Ev jî xeter e. Tu xweparastin di navbera şêniyan de tune ye. Şênî ji bo vê mijarê xemsar in. Divê tevahî maskan li xwe bikin, tedbîrên xweparastinê pêk bînin û bi xemsarî tev negerin."

Rêveberiya Xweser biryar da ku dikanên li kolana Tilel, li gel girtina sûkên dîtir mîna bazara yekşemê li Kobanê û çarşemê li Sirînê, bên vekirin. Lê bi nepêkanîna şêniyan a xweparastina ji pandemiyê, nîşaneya vegera xurt a koronayê derdikeve holê.

Beriya ferzkirina qedexeya giştî li herêmê, bi awayekî mezin korona berbelav bûbû, lê bi ferzkirina qedexeya giştî re, hejmara pir kêm bû.
(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/9EHMywjhIoI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>