Amerîka, Sûdan ji lîsteya dewletên "Sponserên terorê" derxist

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê ragihand ku Sûdan ji lîsteya dewletên "Sponserên terorê" ji roja duşemê ve hate derxistin.

Amerîka, Sûdan ji lîsteya dewletên "Sponserên terorê" derxist
14 kanûn, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ku li ser Facebookê belav kiribû got: “Agahdariya kongresê ya 45 rojan bi dawî bû. Wezîrê Derve agahdariya derxistina Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserên terorê, ku ji 14`ê Kanûnê ve destpê dike, îmze kir.”

Rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump agahdariyek ji bo rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserên terorê ji kongresa Amerîkayê re şandibû.

 (şx)