Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan dan.

Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
Şêniyên Eyn Îsa: Ev axa me ye ne ya Tirkiyê ye
14 kanûn, 2020   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van demên dawî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê zêde dibin, lê li hemberî wê şervanên QSD ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Her wiha li kêlek wê jî şêniyên Eyn Îsa nerazîbûna xwe li hemberî êrişên Tirkan û çeteyên wê nîşan didin.

Tevî ku her roj navçeya Eyn Îsa tê topbarankirin, lê şêniyên navçeyê di malên xwe de ne, kar û xebatên xwe berdewam dikin. Firin û firoşgeh vekirî ne û tevger di nava navçeyê de heye.

Gelek şêniyên Eyn Îsayê ji ajansa me re dan diyarkirin ku ji ber van êrişan zarok tê kuştin û malên wan hildiweşin. Lê di heman demê de şêniyan got:"Çiqas êriş bi ser me de werin jî, em dest ji mal û milkên xwe bernadin û tu mafê dewleta Tirk tune ye ku axa me dagir bike, ev ax axa me ye ne ya dewleta Tirk e".

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/VkpjGxBgsSc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>