​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Fitêh (Azad El-Dêrî) yê ku di êrişên artêşa Tirk ên li dijî gundewarê Til Temirê de gihaşt asta şehadetê, spart axê.

​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê YPG'ê Azad El-Dêrî li Hesekê hate veşartin
13 kanûn, 2020   14:57
HESEKÊ

Girseya gel cenazeya şehîd Mihemed Fitêh (Azad El-Dêrî) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan girtin û bi  dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin berê xwe dan goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin .

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê û torana leşkerî ya şervanên YPG û YPJ'ê dest pê kir.

Endamê Meclisa  Malbatên Şehîdan Ehmed Esad axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got :"Lehengên me parastina me dikin û li hemberî çeteyên Erdogan ên ku hewl didin destkeftiyên welatê me têk bibin, tê dikoşin."

Ehmed Esad her wiha got: "Her çi qasî Erdogan dolaran bide van çeteyan, şervanên me dê bi wêrekî li ser ber xwe bidin û çeteyan têk bibin."

Piştre ji fermandarên QSD`ê Mihemed Hesen El-Hesen şervanên li eniyên pêş ên parastina gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

Mihemed Hesen El-Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Tu cudabûn di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ye, kurê Dêrikê li Reqayê şehîd dikeve û kurê Reqayê li devereke din şehîd dikeve, ev hemû jî bi saya firkirê rêber Abdullah Ocalan pêk tê."

Di dawiyê de Mihemed Hesen El-Hesen soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirşmeyan de hate veşartin.

(eh)

ANHA