Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin

Bi pêşengtiya PYNK'ê, şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa bi dirûşmeya"Na ji şerê birakujiyê re.. dem dema yekitiya niştimanî ye" daketin qadan û komploya li ser Şengalê şeremzar kir.

Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
Komploya li ser Şengalê li Tirbespiyê û Çilaxa hate şermezarkirin
13 kanûn, 2020   15:29
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de ya têkildarî birêvebirina Şengalê, Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên girêdayî kantona Qamişlo meş li dar xistin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OMuU4exK8nQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Tirbespiyê şênî daketin qadan û banga rawestandina komployên li dijî Şengalê kirin û piştgiriya xwe ji gelê êzidî re nîşan dan.

Meş ji ber navenda Kongreya Star ber bi bazara navendî ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji şerê birakujiyê re û dem dema yekitiya niştimanî ye" hatin rakirin û diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin berzkirin.

Meş li ber navenda meclisa navçeyê veguherî mîtîngê. Bi navê PYNK'ê, hevserokê PYD`ê ya navçeya Tirbespiyê daxuyanî xwend tê de piştgiriya xwe ji Şengalê re nîşan da.  

Li navçeya Çilaxa meş ji ber çerxerêya Şehîd Masûm dest pê kir û ber bi bazara navendî ve meşiyan. Xwepêşandêran sloganên"Bijî yekitiya gelê Kurd" berz kir.

Meş li pêşiya geraca navçeyê veguherî mîtîngê û li wir Endamê Partiya Nûjen û Demokratîk Taha Weys El-Şam bi navê PYNK'ê axivî û got ku ew komployên nû yên li dijî gelê êzidî şermezar dikin.

(eh)

ANHA