Nivîsgeha Parastina Zarokan a Dêrazorê zarokek radestî malbata wî kir

Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarê ya Dêrazorê bi hevkariya Nivîsgeha Parastina Zarokan a Reqayê zarokê bi navê Îmad El-Hadî radestî malbata wî kir.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Dêrazorê zarokek radestî malbata wî kir
13 kanûn, 2020   14:35
DÊRAZOR

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî Mihemed Şehada diyar kir ku Nivîsgeha Parastina Zarokan a Dêrazorê bi koordîneya Nivîsgeha Rêveber a Parastina Zarokan a Reqayê zarokê bi navê Îmad El-Hadî radestî malbata wî kir.

Şehada got, ew hewl didin kesên temen biçûk ên ku tev li hêzên leşkerî bûne, li malbatên wan vegerînin û bi wan re bibin alîkar da ku vegerin dibistanên xwe.

Şehada diyar kir ku ji destpêka vekirina Nivîsgeha Parastina Zarokan li Dêrazorê  ve di dawiya Îlona borî de Îmad El-Hadî zarokê yekemîn e ku radestî malbatê tê kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kNrqMR90BOU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>