Şêniyên Reqa û Tebqayê: Civaka navneteweyî ji berdewamkirina êrişên li dijî herêmê berpirsyar e

Şêniyên Reqa û Tebqayê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin. Şêniyan NY ji berdewamkirina sûcên dagirkeran berpirsyar nîşan dan.

Şêniyên Reqa û Tebqayê: Civaka navneteweyî ji berdewamkirina êrişên li dijî herêmê berpirsyar e
Şêniyên Reqa û Tebqayê: Civaka navneteweyî ji berdewamkirina êrişên li dijî herêmê berpirsyar e
Şêniyên Reqa û Tebqayê: Civaka navneteweyî ji berdewamkirina êrişên li dijî herêmê berpirsyar e
Şêniyên Reqa û Tebqayê: Civaka navneteweyî ji berdewamkirina êrişên li dijî herêmê berpirsyar e
Şêniyên Reqa û Tebqayê: Civaka navneteweyî ji berdewamkirina êrişên li dijî herêmê berpirsyar e
13 kanûn, 2020   13:35
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê xwepêşandanek li dar xist. Bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarên wê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr di kolanên bajarokê El-Mehmûdilî ya bakurê Tebqayê re derbas bûn û alên QSD`ê, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê rakirin. Her wiha dirûşmên silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê, dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/Lo6CCGk64i0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgira hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Fatime El-Salih daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di destpêka daxuyaniyê de sûcên dagirkeriya Tirk û hewldanên dagirkirina herêmên din wekî Eyn Îsayê û pêkanîna komkujiyên li pêş çavên cîhanê, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi kiryarên dagirkeran ên dermirovî yên li dijî girtiyên siyasî kirin, bi taybetî têkoşerên ku di girtîgehan de li dijî kiryarên hikumeta Tirk li dijî girtiyan û tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Her wiha îşaret bi fedakariyên ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di oxira tunekirina terorê de dane, hate kirin û hate tekezkirin ku heta rawestandina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê berxwedanê bidomînin.

REQA

Bi heman armancê, Şaredariya Gel a Reqayê daxuyaniyek da. Hevserokê şaredariyê Ehmed El-Îsa daxuyanî li pêşiya navenda şaredariyê xwend û tê de bang li NY û komeleyên mafên mirovan kir ku li hemberî berdewamkirina sûcên dagirkeran û hewldanên dagirkirina herêmên din, helwesteke zelal bigirin.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku tu sedemên dijminahiya dagirkeriya Tirk a li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tune ne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî me berpirsiyarên xwe yên tunekirina terorê pêk anî û li şûna tevahî welatên cîhanê şerê terorê kir, divê ew dewlet jî berpirsiyarên xwe pêk bînin. Em bang li NY`yî dikin ku li hemberî bûyerên diqewimin helwesteke cidî nîşan bide. Divê dewletên çalak destwerdanê bikin û van êrişên terorî bi dawî bikin. Em hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Hevseroka Şaredariya Gel Necah El-Xelîf jî bi navê saziyên civaka sivîl daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin: “Êrişên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wan li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin.”

Her wiha hate destnîşankirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî dagirkeran bisekinin û bi hemû rêbazan kiryar û sûcên dagirkeran li dijî sivîlên herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de NY ku çavên xwe li sûcên li djiî şêniyên herêmên dagirkirî digire, wek berpirsyar hate nîşandan û bang lê hate kirin ku ew, Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û dewletên mezin xwedî helwesteke cidî bin.

(cx)

ANHA